Li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Êlihê û Şaredariya Navçeya Xelfetiyê, li çar aliyên Kurdistanê çalakî dewam dikin.
Li dijî darbeya qeyûm a desthilatdariya AKP-MHP’ê li navçeya Farqînê ya Amedê ciwan daketin qadan û agir berdan stasyoneke bazê.
Milîsê ku li taxa Yenîşehîrê meşiyan stasyona bazê şewitandin.
Di navbera milîsan û polîsên hatin cihê bûyerê de şer qewimî. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.