Fîlîpîn ku ji bagera Kalmaegi ya hefteya derbasbûyî derbeke giran xwar, vê carê jî kete bin bandora bagera super Fung-wong.
Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1.4 milyon mirov neçar man ku malên xwe biterikînin.
Hate ragihandin ku ji ber bagerê lehî rabû, hezaz rû da û xisareke cidî li binesaziya welêt kir. Li gelek deveran çûyîn û hatin asteng bûn, tîmên rizgarkirinê li hin deveran serê sibehê karîbûn mudaxele bikin.
Li eyaleta Cagayanê gelek gund di binê avê de man. Li Dipaculao û derdora wê elektrîk qut bû û rêyên bingehîn hatin birîn.
Ji ber bagera Kalmaegi ya hefteya derbasbûyî li Fîlîpînê 224 kesan jiyana xwe ji dest dan.

