Rayedarên Buroya Parastina Sivîl a Fîlîpînê Rafaelito Alejandro got, “Hejmara qurbaniyan zêde dibe. Li gorî agahiyên niha li ber destê me 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.”
Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USGS) erdhej roja Sêşemê bi dema herêmê saet di 21:59’an de li peravên Girava Cebuyê rû da.
Enstîtuya Sîsmolojî û Volkanolojiyê ya Fîlîpînê jî ragihand ku li herêmê zêdeyî 300 erdhejên biçûk rû dan û ev yek jî karên rizgarkirinê zehmet dike.
Fîlîpîn ku li ser Xeleka Agir a Pasîfîkê ye, gelek caran erdhejên mezin lê rû didin. Li vî welatî beriya bi çend rojan ji ber bagerên Bualoi û Ragasa herî kêm 40 kes mirin.
Heman rojê li Endonezyayê jî bi mezinahiya 6 pileyî erd hejiya bû. Li gorî daneyên USGS’ê erdhej bi13.9 kîlometreyî li binê erdê bi 150 kîlometreyî li rojhilatê Surabayayê qewimî. Ajansa Rêveberiya Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê diyar kir ku ji ber erdhejê xisar li gelek malan bûye.