Li ser banga Rêber Apo Gerîlayên Azadiya Kurdistan pêngaveke dîrokî avêtin. Li ber Şikefta Cesene ya li herêma Raperîn a Başûrê Kurdistanê merasîmeke bi heybet hate lidar xistin. Min hûrgiliyên merasîmê duh nivîsandibû. Lê belê piştî merasîm bidawî bû, kelecana min û çend hevrêyên rojnamevan zêde bûn. Vegotina vê kelecanê zehmet e lê careke din dixwazim parve bikim.
TIŞTÊN HERÎ BI QÎMET LI DÛ XWE HIŞTIN…
Piştî ku merasîm bi dawî bû, em hîn bûn ku daxwazên me yên hevpeyvînê ku me bi rojan beriya merasîmê ragihandine, hatine erêkirin. Beşdarên merasîmê hêdî hêdî belav dibin. Li ser rûyê her kesî xemgîniyek hebû; ew nirxên xwe yên ku dixwestin hembêz bikin û bi xwe re bibin, li pey xwe dihiştin û vedigerîn. Bêguman hinek hêrs jî hebû, ji ber ku ti gaveke qanûnî nehatiye avêtin; eger bihata avêtin, dikarîbûn hemû bi hev re vegerin welêt. Kesên ku beşdarî merasîmê bibûn moraleke mezin girtibûn, ji ber ku pêwîstî bi kar û berpirsyariyê heye ku rê li ber zemîneke demokratîk vekin. Koma Civaka Demokratîk û Aştiyê bang li aliyên civakî kiribû ku hîn bêhtir xwedî li pêvajoyê derkevin. Ji ber vê yekê divê bi lez vegerin û tevlî kar bibin. Lê belê xemgîniya li ser rûyê wan ji ber çavan naçe.
DAXWAZA HEVPEYVÎNÊ HAT ERÊKIRIN EM Ê BI GERÎLA RE HEVDÎTINÊ BIKIN
Rewşa min hinekî cuda ye. Em ê di demeke kin de bi gerîlayên ku çekên xwe şewitandin re biaxivin. Kelecaneke mezin dilê min pêçaye. Heta, di dilê xwe de dixwazim ku girseya merasîmê tavilê belav bibe. Kêliya ku ez bi rojan li bendê bûm, hatibû. Lê belê rewşa vekêşan a heyî jî mirov nikare jinedîtî ve bê. Nizanim çima, lê belê bi dîtina min Yekîneyên Asayîşê yên YNK’ê yên haya wan ji giraniya rewşê heye, tedbîr zêde girtine. Tevî ku destûrên pêwîst hatine girtin jî Asayîşa YNK’ê hewl dide me ji herêmê dûr bixîne. Ne tenê ez, saziyên çapemeniyê yên navneteweyî jî bi heman rewşê re rû bi rû ne.
Bi şans ev rewş pir dirêj nekir, piştî hatina rayedarên KCK’ê em di demeke kurt de derbasî qadeke guncaw bûn. Lê belê, piştî demeke kin, careke din rageşî derketin. Heta vê rewşê çend caran dubare bû. Rojnamevanên din ên pê hesiyan ku em diçin nava gerîla jî xwestin bi me re bimînin. Helbet mafê wan heye, piştî merasîmeke bi vî rengî her rojnamevanek meraq dike ku gerîla çi difikire û dixwaze ewil ew mîkrofonê dirêjî wan bike. Lê çare nebû, ji ber hêzên asayîşê îqna nebûn, neçar man ji herêmê derkevin.
HEMBÊZKIRIN JÎ QEDEXE YE!
Em û 4 saziyên çapemeniyê yên cuda, sekinîn. Me zanî ku tenê 10 gerîla wê ji bo roportajê bimînin. Piştî qelebalix belav bû, 20 gerîla bi rengê komên 4 yan 5 kesî ji qadê çûn. Her gerîlayê ku qadê diterikîne bi kenekî germ û silav xatir dixwaze. Di koma duyem a ji qadê çû de, min Şiyar Dersim dît. Nezîk bû, pirs kir: ‘Oo Heval Bariş tu çawayî?’ Min berê nedîtibû, min difikirî ku çawa ez nas kirim, got, ‘Em we temaşe dikin, ez serketinê dixwazim’. Me hevdû hembêz kir. Di wê kêliyê de wezîfedarekî Asayîşê ket navberê: ‘Qedexe ye!’ Ez pir aciz dibim. Wate jî nadimê. MÎT, TSK û hemû mêhvan çûn, ev tedbîra çiye? Lê ez naxwazim nîqaşê mezin bikim, destûrên me yên heyî jî betal bikim. Piştî xatir xwestineke di tona kêm de, ew kom jî ji qadê diçe.
Qad bi temamî hate valekirin û 20 gerîla bi tedbîrên ewlekariyê ji qadê çûn. Piştre rojnamevan ber bi şkeftê ve çûn. Her koma ku roportaj kir û çû jor, weke ku westatiya rojê avêtî bi kêfxweşî tê xwarê.
Bala min jî belavî notên min bûbû, min roportaja xwe amade dikir, li pişt min, min dengê rayedarê ku gotî ‘dora ANF’ê ye’ bihîst. Demildest ez rabûm ser piyan, çavê min û çavê hevalê min ê kameraman li hev ket û di nava çend saniyeyan de em ketin nava liv û tevgerê. Beriya niha em ji merdîvenên ku gerîla jê derbas bûn, ber bi jor ve çûn. Êdî merdîvenên ku em pê derketine jor, zêde wate qezenc kir. Dema ez bi van fikran ber bi pêş ve diçûm min ferq nekir, lê piştre min fêm kir ku hewa 45 pile bû, ji saetên siharê ve em di nava liv û tevgerê de ne û bi nêzî malzemeyên teknîkî yên 20 kîlo em bi merdîvenan çûn. Lê hîseke westandinê ya biçûk jî nebû, hetta kelecana min a bi rojan gihişt lûtkeyê.
‘BÊDENG BE’
Piştî çend gavên din hîna em negihiştin deriyê şkeftê, li aliyê çepê min rojnamevanek ferq kir. Li pêşberî wî/ê, min Besê Hozat dît ku di nava çiqên daran de min bi zorî rûyê wê ferq kir. Ji ber mesafeyê min dengê wê nedibîhist, lê bi jest û mîmîkan her tişt dihat gotin. Hevalê min ê qemeraman destê xwe da lêvên xwe, got, ‘bêdeng be’ û me dewam kir. Piştî çend merdîvenên din, min gerîlayên ku li ber deriyê şkeftê disekinîn dît.
‘ŞKEFTA XWEDÎ PARASTINA XWEZAYÎ’
Şkeft di navbera du berên mezin ên nêzî 70-80 metreyî de, xwedî parastineke xwezayî ye. Dema mirov ji merdîvenê derdikeve, li aliyê rastê deriyek xwedî bilindahiya 10-15 metreyî û 3-4 metre berfirehiyê heye. Ber bi hundir ve teng dibe. Li ber şkeftê, araziyeke biçûk heye, çend gerîla li vir rûniştine ser kursiyên plastîk ên spî. Di nava şkeftê de jî 4-5 gerîla li pêşberî hev dirûnin.
‘ÇAPEMENIYA AZAD HATIYE’
Dema em ketin qada wan, hemû rabûn ser piyan. Behzat Çarçel got, ‘Çapemeniya azad hatiye’. Silavên wan ji bo her kesê hene, serketin xwestin. Min jî demildest silavên ku min di tevahiya rê de dihilgirt, gihand. Em pir germ hatin pêşwazîkirin. Wê kêliyê me yek bi yek silav da gerîlayên li şkeftê. Xatir xwestin û hwd zêde dirêj nekir, beriya em bigihijin şkeftê merasîma ku qeyda wê hatî kirin, servîsî cîhanê hatibû kirin. Demildest pirs kirin ku merasîm çawa xuya dike. Merasîma ku evqasê em bi kelecan dikirin, ji bo wan hîn zêdetir bi kelecan bû, texmînkirina vê yekê ne zehmet e.
Gotin pir zehmet e, lê di çavê her gerîlayê de biryardarî û jixwebaweriyeke mezin heye. Pir baş dizanin ka çi dikin, dixwazin çi bikin. Her kêliyê tînin ziman ku ji bo her îhtimalê amade ne. Ez difikirim ku sedemê wê sekna bi heybet a di merasîmê de jî ev sekin û biryardarî ye. Dibe weke dirûşme were, lê her liv û tevgera wan pir bandorker e.
Hîna pir dem derbas nebû, hevalê min ê kameraman dest bi amadekariyên teknîkî kir. Ez û ji Koma Aştî û Civaka Demokratîk mêhvanên min Têkoşîn Ozan û Behzat Çarçel li ber deriyê şkeftê derbasî beşa ku ji bo roportajê hatî amadekirin, bûn. Tam li pêşberî min, li kêleka hevdû rûniştin. Di navbera milên wan de beşekî qada merasîma li jêr, xuya dike. Ez hemû bala xwe kom dikim û dest bi roportajê dikim. Ez hûrgûliyên roportajê nabêjim, jixwe dema min ev nivîs dinivîsand, hatibû weşandin.
‘DI ÇAVÊN WÊ DE SEKNA BÊTEREDÛT Ê SEYÎT RIZA HEBÛ’
Piştî hevpeyvînê em dîsa derbasî şikeftê bûn. Dema me sohbet dikir, Besê Hozat ku hevpeyvîna wê nû qediya bû jî hat. Bi rûkeniyek ket hundir û got, ‘Tu bi xêr hatî heval Bariş’ û me hev hembêz kir. Di dema merasîmê de yek ji hevalên me yên rojnamevan dema Besê Hozat dît gotinibû ‘Di çavên wê de sekna bêteredût ê Seyît Riza heye’. Gotina wî hat bîra min. Bi rastî jî wisa bû, serî netewandibû.
‘HER BIJÎ’
Besê Hozat silavên ku ji bo wê hatine bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kir û ji me xwest ku em silav û hezkirinên wê yên mezin ragihînin. Pirsa wê ya pêşî ew bû ku merasîm çawa xuya dikir. Min hewl da ji telefona xwe dîmenên merasîma ku nû hatibû weşandin, nîşanî wê bidim. Înternet giran bû û di kêliyekê de ku Besê Hozat li pêş bû, li pişt hemû gerîlayan bi yek rêzî rêz bû, dîmen cemidî. Digot, ‘Heval pir bi dîsîplîn hatine qadê, her bijî!’ Min nêrîna wê ya li ser vê pêngava hatiye avêtin pirsî û wê jî got, ‘Me çalakiyeke siyasî kir. Eger dewlet gavê neavêje, wê dewamî nebe. Em zelal in.’ Bi dewamî destnîşan kir ku Devlet Bahçelî pêvajo daye destpêkirin û got, ‘Dewlet hatiye vê nuqteyê. Xeteriyên ku bi geşedanên li herêmê re derketine holê, hatine dîtin.’ Em di nava sohbeteke kûr de bûn, rojnamevanek hat û bi Besê Hozat re dest bi hevpeyvînekê kir. Me jî sohbeta xwe ya bi gerîla re li ber şikeftê dewam kir. Hema hema her kesî kelecana merasîmê derbas kiribû û qala karê ku ji bo avakirina civaka demokratîk bê kirin dikir.
GERÎLA BAWERIYA XWE HEMBÊZ KIR
Mixabin dem sînordar e, ji bo têgihiştinê pêdivî bi demek berfireh heye. Lê rayedarekî diyar kir ku ew ê herêmê vala bikin û got ku divê xebatkarên çapemeniyê ji wir derkevin. Niha ez hê bêhtir kesên ku ji herêmê derketine fêm dikim. Gerîlayên ku çeka xwe şewitandine baweriyên xwe yên aştî, demokrasî, azadî û sosyalîzmê hembêz kirine. Lê belê divê em wan li dû xwe bihêlin û derkevin. Ji ber gavên hiqûqî û zagonî nehtin avêtin, heyfa min tê. Jixwe dem nîne ku mirov li ser vê yekê bifikire, dema xatirxwestinê ye!’
‘RASTHATINA NIŞKAVÎ’
Dema min yek bi yek xatir ji gerîlayan dixwest, çavê min li gerîlayekî ciwan ket. Min hewl dida bînim bîra xwe, lê ew ji min dipirse, ‘Heval Bariş, tu di sala 2012’yan de hatî Amedê?’ Belê niha Ethem hate bîra min! Di dema ku min rojname belav dikir de ez gelek caran diçûm Amedê. Di yek ji wan çûyînan de min Ethem li Amedê naskiribû. Zêde neguherîbû, lê min bi kincên gerîla nekarî wî nas bikim. Dema ku îhtîmala têkoşînê ya di çarçoveyeke demokratîk de ji holê rabû, biryar da ku bibe gerîla. Niha jî pêşengiya têkoşîna demokrasî û aştiyê dike. Bi awayekî xurt me hev hembêz kir, zêde dem nîne, min gelek dixwest li gel wî sohbetê bikim, lê em neçar in derkevin ji wir.
Niha, ez hê bêhtir hestên kesên ku beriya çend saetan neçar man ji herêmê veqetin, fêm dikim. Çek şewitîne; gerîlla li şûna çekan baweriya aştî û demokrasiyê hembêz kirine. Lê ji ber ku zemîneke hiqûqî û zagonî nehatiye çêkirin, hê jî derfetên têkoşînê di qada demokratîk de nehatine avakirin.
‘KALAŞNÎKOVEKE KU LÛLEYA WÊ SINCIRÎ YE’
Dem kurt e divê em biçin. Pêlekanên li ber me, êdî di çavên me de mezin dixuye. Em naxwazin biçin. Me her kes hembêz kir. Besê Hozat beriya me bi rêwî bike û xatir bixwaze got, ‘Li xwe miqate bin. Divê em gelekî bixebitin, divê hûn hemû gelekî bixebitin. Divê em Rêbertî bi tenê nehêlin.’ Wê silav û hezkirinên xwe ji her kesî re şand û em ji wir veqetiyan! Bi hêviyek mezin em ji pêlekanê dadikevin. Ez wisa hîs dikim ku mîna li ser xetek zirav a di navbera deşt û çiyan de dimeşim. Çavên min li goşeya rast a dawiya pêlekanan li agirdana ku çek tê de dişewitin dikeve. Lûleya kalaşnîkoveke ji agir sincirî ye, lê vê carê ne ji ber guleyên ku li dijmin tên xistin, ji ber vejînek nû, têkoşîn û aştiyê sincirî ye.