Di çarçoveya çalakiyên ku di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) têne lidarxistin de li Dersimê panelek hat lidarxistin. Di panelê de Hevberdevka Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û siyasetmedar Gultan Kişanak wekî axêver beşdar bûn. Moderatoriya panelê jî Hevseroka DEM Partiyê ya Dersimê Humeyra Tusun Yegîn kir.
Yuksel Mutlu diyar kir ku jin ne tenê di 8’ê Adarê de, di her qada jiyanê de li ber xwe didin û wiha axivî: “Bîreke xurt a jinan heye. Jinan ev bajar, ev ziman û ev bawerî heta îro anîne. Ez li ber bîranîna hemû jinên me yên ku di salên 1937-38’an de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Îro hebûna Elewîtî, Kizilbaşî û Kurdbûna me bi saya keda wan e.”
Yuksel Mutlu bal kişand ser banga Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk û got ku ger hevrûbûnekî dîrokî pêk were, divê ev bi Kurd, Elewî, Ermen û jinan re be.
Gultan Kişanak jî di axaftina xwe de diyar kir ku azadî bêyî kedê nabe û ev tişt got: “Divê em xwedî li nirxên vê axê derkevin. Dersim ne tenê bajarek e, nasnameyek e. Dersimîbûn bi berxwedan û azadiyê dibe nasname. Ziman û baweriya me du hêmanên bingehîn ên vê nasnameyê ne.”
ÊLIH
Li Êlihê jî jin li Parka 8’ê Adarê ya Jinan civiyan. Jinan li ber erbaneyan govend gerandin, li dora daran şehrikên rengîn honandin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
ENQERE
Platforma Jinan a Enqereyê, bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxuyaniyeke eşkere kir. Jinan beriya daxuyaniyê li navçeya Çankayayê belavok belav kirin û piştrê jî bi berzkirina dirûşmeyan hatin li cem peykere Mafê Mirovan a li navçeya Çankayayê û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tundî, metîngerî û şer têkoşîna me sînoran derbas dike” hat vekirin. Jinan bê navber dirûşmên, “Hezar silav ji jinên li Rojava li ber xwe didin re”, “Kuştina jinan polîtîk e”, “Em natirsin, bêdeng namînin û serî natewînin” û “Jin Jiyan azadî” berz kirin.
Metna daxuyaniyê endama platformê Eylul Soyluoglu xwend. Eylul Soyluoglu anî ziman ku li dijî tundî, kuştin û tunehesibandina jinan ew ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Eylul Soyluoglu tekildarî çalakiyên 8’ê Adarê jî da zanîn ku ew ê her roj bi belavkirina belavokan, jinan vexwînin çalakiyên 8’ê Adarê û di 8’ê Adarê. Jin diyar kirin ku ew ê di 8’ê Adarê seat 15.00’an de meşekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin.

