Şemî, 31 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiyên ji bo Rojava dewam dikin: Bila deriyên sînor werin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Di lihevkirina Sûriyeyê de aktorê herî bingehîn Abdullah Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li ser Rojava li Ermenîstanê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên li Îranê: Divê bi piştevaniyeke rast piştgirî bê dayîna Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê Tanboga, Yanik û Goktaî tavilê werin berdan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgur Ozel: Divê pêvajoya ‘aşitiya navxweyî’ ya li Tirkiyeyê were lezandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kurdistaniyên li Osloyê piştgirî dan serhildana li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bi ser malan de hate girtin: 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer gihişte Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Ewropî ku ji bo piştevaniya Rojava çûn bakurê Kurdistanê, hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Rewandizê: Statuya Rojava nas bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa VIM çû serdana Kongra Star

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê ya Ereb: Me Kurd û Ereban timî bi hev re jiyan kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Jinan a Rojhilat: Bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan gotinên nefretê yên li hemberî jinên şoreşger şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek bajaran ji bo Rêber Apo banga ‘mafê hêviyê’ hate kirin
Rojane

Li gelek bajaran ji bo Rêber Apo banga ‘mafê hêviyê’ hate kirin

Bi daxwaza bicîhanîna biryara “mafê hêviyê” ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de derbarê Rêber Apo de dabû, li gelek bajarên wekî Stenbol, Îzm,r, Enqere, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Riha û Dîlokê bi hevdemî daxuyanî hatin dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Stenbolê li Meydana Şîşhaneyê, li Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan, li Enqereyê li ber Şaredariya Çankayayê, li Wanê li Kolana Hunerê, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li Rihayê li Novada Parkê û li Dîlokê li Parka Yeşilsuyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de pankartên bi nivîsa “Mafê hêviyê tavilê bê cîhanîn” hatin hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Li Stenbolê di daxuyaniya ku ji aliyê endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Arzu Eylem Kayaoglu ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Azadiya birêz Ocalan divê ne tenê wekî mafekî takekesî bê dîtin, di heman demê de divê wekî pêwîstiyek ji bo vekirina riya aştiya civakî û siyaseta demokratîk bê nirxandin.”

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bang li Komîsyona Meclisê ya TBMM’ê, hemû partiyên siyasî yên di bin banê TBMM’ê de, mekanîzmayên dadweriyê û bi taybetî Wezareta Dadê û hemû saziyên têkildar dikin ku tavilê biryarên DMME’yê û pêşniyarên Komîteya Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi cîh bînin. Herwisa em bang li gel, raya giştî ya demokratîk û hemû saziyên civaka sivîl dikin ku ji bo civakîkirin û bicîhanîna mafê hêviyê hestiyariyê nîşan bidin û berpirsiyariyê bigirin.”

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglu jî diyar kir ku ji bo pêvajoyek bi tenduristî bi rê ve biçe, divê ji bo Rêber Apo “mafê hêviyê” bê bicîhanîn û ew bê berdan. Kenanoglu wiha domand: “Ev yek pêwîstiya hiqûqa navneteweyî ye jî. Pêwîstî ev e ku şertên xebatê ji bo birêz Ocalan bêne afirandin û mafê hêviyê bê cîhanîn. Ev mijar ne mijareke nîqaşê ye. Ji bo ku pêvajo bi tenduristî bi rê ve biçe, pêwîst e mafê hêviyê bê cîhanîn.”

Li Îzmîrê saziyên hiqûqê û mafên mirovan li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan kom bûn û pankarta “Mafê hêviyê tavilê bê cîhanîn” hat vekirin.

Rêveberê Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê Selahattîn Tîmur jî got, “Misogeriya hiqûqî ya vê serdema dîrokî bi bicîhanîna ‘mafê hêviyê’ pêkan e.”

Di çalakiya Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê de Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban axivî û got ku rêgeza “mafê hêviyê” ne tenê ji bo Rêber Apo, lê ji bo bi hezaran girtiyên siyasî jî divê bê cîhanîn. Di daxuyaniya ku bi Kurdî ji aliyê endamê OHD’ê Dogan Şenses û bi Tirkî ji aliyê Rêvebera Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Arzu Kurt ve hat xwendin de, wiha hate gotin: “Bicîhanîna ‘mafê hêviyê’ wekî mafekî bingehîn ê mirovî xwedî girîngiyeke mecbûrî ye û di heman demê de ji bo bicîhanîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku em îro tê de ne yek ji gavên herî bingehîn e.”

Li Wan, navçeya Qoserê ya Mêrdînê, navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Riha û navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê jî bi heman daxwazan daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bang li TBMM, dadwerî, Wezareta Dadê û hemû saziyan hat kirin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe û “mafê hêviyê” bînin cîh.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Nepalê di çalakiyên li dijî bertîlgiriyê de hejmara miriyan derket 72’an
Nûçeya Pişt re Mûrat Arslan ê ku 30 sal şûnde hat berdan daxwaza azadiya Rêber Apo kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyên 7 şehîdan li Kobanê hate veşartin

Şêniyên kantona Firatê 7 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê bi merasîmeke bi heybet oxir…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdê Dêrazorê Ehmed El Mele hate veşartin

Şervanê QSD'ê Ehmed Mihemed El Mele yê li Dêrazorê şehîd bû, hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

SMJÊ: Li dijî tundiya li ser jinan bibin dengê xweparastinê

SMJÊ banga beşdarbûna kampanyaya ku TAJÊ di 10’emîn salvegera qirkirina Şengalê de bi dirûşmeya “Li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji 39 partî û tevgerên siyasî yên Rojava derbarê peymanê de daxuyanî dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Lihevkirin gavek e ber bi dawîkirina aloziyê ve ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Taxa Xerbî ya Qamişloyê tabûrek nû hat avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?