Li Girtîgeha Hejmar 1 a Dumlu ya Erziromê, binpêkirinên li dijî girtiyan didomin. Girtiyan binpêkirin rû bi rû dibin bi rêya malbatê ragihandin.
Girtiyan diyar kirin ku heqê wan ê 100 lître ava germ û 150 lître ava sar ji ber xerabûna pergala otomata avê nikarin bi kar bînin û av hatiye birin lê dema wan ev îtîraz kiriye, îdareya girtîgehê ji wan re gotiye “we av bikar aniye” û îtîraza wan red kiriye. Girtiyan destnîşan kirin ku ev sepan jiyana wan zehmet dike û kotaya avê binpêkirin û sepanekî kêfî ye.
Heriha girtiyan diyar kirin ku nebûna avê dibe sedema pirsgirêkên paqijiyê û bandorekî neyînî li ser jiyana wan dike. Girtiyan ji bo çareseriya pirsgirêkan bangî rayedar û raya giştî kirin.
Derbarê îdiayan de, Ajansa Mezopotamya (MA) li îdareya girtîgehê geriya û îdareyê got, ji ber xerebûna makîneayê av nayê dayîn. Rayedarê ku MA pê re axivîn, têkildarî redkirina îtîrazê got: “Dibe ku ne rast be, derbarê vê mijarê de agahiya min nîn e.”

