Girtiya siyasî ya li Girtîgeha Evîn ya Tehranê Vîda Rebanî derbarê rewşa Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî de nameyek şand. Di nameya xwe de diyar kir ku ew li dijî nêzîkatî û derman nekirina Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî bi Mutehare Guneyî re dest bi greva birçîbûnê kirine.
Di nameyê de wiha hate gotin: “Li dijî nêzkatî û derman nekirina girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî me bi Mutehare Guneyî re di 19’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.”
Rebanî da zanîn ku berpirsên Girtîgeha Evînê girîngiyê bi emeliyata giran, qirêjiya hindir, germahiyê, nebûna xizmetgûzariya tenduristî û pirsgirêkên din yên Nêrgiz Mihemedî nadin.
Her wiha di nameya xwe de da zanîn ku li ber çavên wan du hevalên wan ên girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Nêrgiz Mihemedî û girtiyên din yên jin êş û azarê dikêşînin.