Li Gurcistanê çalakiyên alîgirên Yekîtiya Ewropayê (YE) ev 11 roj in berdewam dikin. Tundiya polîsan a li hemberî xwepêşanderên ku betalkirina muzakereyên Partiya Xewna Gurcistanê yên li gel YE’yê protesto dikin, her ku diçe zêdetir dibe. Polîsan li dijî xwepêşanderên ku li pêşiya parlamentoya paytext Tîflîsê li hev civîyan, ava bişid û xaz bikar anî.
Ji bo şermezarkirina tundiya polîsan a li ser rojnamevanan jî çalakiyek hate lidarxistin. Bi hezaran kedkarên çapemeniyê beşdarî çalakiyê bûn û meşeke girseyî hate lidarxistin. Di meşê de wêneyên rojnamevanên ku bi tundiya polîsan re rû bi mane û pankartên ku daxwaziya azadiya çapemeniyê dikin hatin hilgirtin.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Li Gurcistanê di hilbijartinên giştî yên 26’ê Cotmehê de Partiya Xewna Gurcistanê piraniya parlamentoyê bi dest xist. Muxalefetê jî îdîa kir ku ev yek bi kontrola Rûsayê pêk hatiye. Hate îdîakirin ku Partiya Xewna Gurcistanê di hilbijartinan de bi alikariya Rûsyayê sextekarî kiriye. Piştî hilbijartinan Partiya Xewna Gurcistanê ragihand ku wan muzakereyên bi YE’yê re ji bo 4 salan daye rawestandin û girêdayî vê yekê jî muxalefeta alîgirên YE’yê jî ji bo protestokirina vê yekê daketin qadan.