Civîn li Komeleya Lêkolînê ya Çanda Elewî (AKAD) hate lidarxistin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa, endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê Latîf Çetîn û nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Latîf Çetîn diyar kir ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk ber bi pêş ve diçe û got, “Ev sîstem encex bi têkoşîna bi biryar û rêxistinkirî ya gel dikare were guhertin.”
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa jî bal kişand ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û got, Rêber Apo di peyamên şandî de têkildarî êrîşên li ser bakurê Sûriyeyê hişyarî dane. Akîpa got, “Rojava ji bo Birêz Ocalan xeta sor e.”
Civîn bi beşa pirs-bersivê bi dawî bû.

