Kongra Star a kantona Hesekê jî derbarê biryarê cezayê darvekirinê ya li ser çalakvana Kurd Pexşan Ezîzî de daxuyanî da. Bi dehan nûner û rêxistinên jinan tevlî daxuyaniya li ber Gulîstana Şehîd Sara û Roken a li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê hat dayîn bûn.
Daxuyanî ji aliyê berdevka Kongra Star a kantona Hesekê Nahid Silêman ve bi zimanê Kurdî û Endama Komîteya Qada Civakî Zehra Elî ve bi zimanê Erebî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên desthilatdar li dijî felsefeya Jin Jiyan Azadî planên qirkirinê û binpêkirinê li tevahiya cîhanê dimeşînin. Di daxuyaniyê de mînaka wê ya li Îranê hat nîşandan û wiha hat gotin: “Mînakek jî, biryara darvekirina jina siyasetmedar a Kurd Pexşan Ezîzî ye. Em van kiryaran şermezar dikin û soza bilindkirina asta tekoşînê nû dikin. Xeta me xeta berxwedaniyê ye. Ev xet bi salan bi pêşengtiya jina Kurd tê meşandin, em jî hemû li ser şop û doza jinên berxwedêr in ku bi ked û têkoşîna wan îro jin xwedî rol û misyon e û di bin yek felsefeyê de hevgirtin û yekîtiya xwe li tevahiya cîhanê ava kir. Em bang li tevahî jinan dikin ku li hemberî kiryarên qirkirinê serî hildin û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqnas dikin ku rê li ber van kiryaran bigrin, ji bo azadiya fîzîkî ya Pexşan Ezîzî tevbigerin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî “bi dawî bû.