Pêncşem, 1 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin
Jin

Li kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan de li kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê gelek çalakî hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Li kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan çalakî hatin lidarxistin.

TEBQA

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê semînerek li ser cureyên tundiya li ser jinan da. Semîner li hola desteyê bi beşdariya endamên rêxistinên jinan û saziyên sivîl pêk hat.

Cîgira Seroka Desteya Jinan a Kantona Tebqayê Nadya Mihemed ku semîner da, têgeha tundiya li dijî jinan bi berfirehî şîrove kir û got: ’’Tundî ne tenê kiryarek demkî ye, lê nîşana avahiyek civakî û çandî ya kûr e ku bindestiyê ji nû ve diafirîne û nirxên mirovan qels dike.’’

 Nadiya anî ziman ku têkoşîna li dijî tundiyê bi azadkirina hişmendiyê û avakirina têkiliyên li ser bingeha rêzdarî û wekheviyê, avakirina sazî û qanûnên ku piştgiriyê didin edaleta civakî dest pê dike.

Nadiya bi domdarî cureyên tundiyê yên herî zêde li pêş vegot û diyar kir ku tundî bi fîzîkî, devkî, psîkolojîk, dîjîtal, cinsî, aborî û malbatî tên. Her wiha da zanîn ku zewicandina zarokan tundiya herî mezin e û got, tundiyên civakî yên girêdayî adet û kevneşopiyên kevnar jî dewam dikin.

Nadiya di dewam semînerê de cih da raporên cîhanî yên salên 2024-2025’an ên der barê tundiya li ser jinan de û da zanîn ku di sala 2024’an de zêdetirî 85 hezar jin û jinên ciwan hatin qetilkirin û di sala 2025’an de nêzî 250 hezar jinan neçarî xwekuştinê hatine kirin. Her wiha îşaret pê kir ku zewicandina zarokan ji sedî 18 zêde bûye, êrişên zayendî, bazirbaniya bi jinên ciwan li herêmên şer zêde bûne. Nadiya got, zêdetirî 230 mîlyon jin bûne qurbanên sinetkirinê.

Nadiya çîroka xuşkên Mirabal ku di sala 1960’î de di bin dîktator Trujillo de hatin qetilkirin ku bû wesîleya ragihandina 25’ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan vegot.

Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê-Kantona Tebqayê bi heman mijarê 2 semîner li bajarokên Dibsî û Mehmûdlî dan.

DÊRIK

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê de, rêxistina Kongra Star a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê dewreyeke perwerdeyê ji bo mêran vekir. Dewreya perwerdeyê bi beşdariya 25 endamên saziyên sivîl û meclisên bajarê Dêrikê hat destpêkirin dê 3 rojan dewam bike.

Di perwerdeyê de ku li navenda Kongra Star hatiye birêxistinkirin wê wên li ser jineolojiya, zayendparêzî û rêzikanameya Kongra Star werin dayîn.

Perwerde dê saet 09.00’an dest pê bike û saet 12.00’an bi dawî bibe. Armanca perwerdeyê pêşxistina têgihiştina bi dozên jinan û girîngiya pêkanîna edalet û wekheviyê ye

AMÛDÊ

Rêxistina Kongra Star a bajarê Amûdê jî bi heman armancê dewreyeke perwerdeyê ya taybet ji bo mêran vekir. 21 mêr ku endamên saziyên civaka sivîl, komîn, meclisên û Hêzên Ewlekariya Hundirîn in beşdarî dewreya perwerdeyê bûne. Perwerde li navenda Kongra Star a bajar hat destpêkirin, dê 3 rojan dewam bike.

Di perwerdeyê de dê semîner li ser tundiya li dijî jinan, rêziknameya Kongra Star û qanûna malbatê werin dayîn. Perwerde dê saet 09.00’an dest pê bike û saet 12.00’an bi dawî bibe.

Roja yekem a perwerdeyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera Kongra Star Minewer Resûl axivî û got, vekirina van dewreyan ji mêran re girîng e da ku dîroka jinan nas bikin.

Piştre semînerek li ser cureyên tundiya li ser jinan hate dayîn. Di semînerê de rola jinan di civaka xwezayî de, dîroka tundiya li ser wan û ragihandina 25’ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hatin şîrovekirin.

Hate gotin, heya niha di nava malbatan de tundî li ser jinan tê meşandin û îşaret bi vê yekê hat kirin ku divê feraseta zayendparêzî were guhertin û çanda wekhevî û rêzdariyê were pêşxistin.

TIL KOÇER

Li bajarê Til Koçerê jî Kongra Star bi beşdariya bi dehan mêran meşek li dijî tundiya li ser jinan  li dar xist. Meş bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl jî ji pêşiya Parka Rêber Apo dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Na ji tundiya li ser jinan re” hatin vekirin.

Meş li çerxerêya Şaredariyê veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Li vir endama Kongra Star Xada Şiblî axivî û diyar kir ku jin dê têkoşîna li dijî tundî û paşguhkirinê bidomînin.

Ji rêvberên Navenda Perwerdeyê Tariq Hesen jî got, tundiya li ser jinan diyardeya herî li pêş a hişmendiya serdest e. Hesen banga pêşxistina çanda wekhevî û rêzdariyê kir û got, Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da doza jinan û azadiya wan wekî bingeha avakirina civaka demokratîk nirxandiye.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên parastina jinan bi dawî bû.

HOL

Li bajarê Holê yê kantona Cizîrê jî li ser banga Kongra Star bi dehan mêran meşek li dar xist. Meş ji pêşiya Navenda Perwerdeyê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina tundiya li ser jinan hatin berzkirin.

Meş li deriyê sereke yê têketina bajar sekinî. Piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên nivîsgeha PYD’ê ya Holê Emar Mûsa axivî û got, 25’ê Mijdarê wateyên kûr hildigire, nemaze di civakên ku bandorên hişmendiya baviksalar de li pêş e.

Mûsa got tundiya li dijî jinan diyardeyeke kevin û yek ji cureyên herî xeternak ên paşketina civakî ye. Her wiha destnîşan kir ku ev tundî ne tenê jinan hedef digire, lê di heman demê de avahiya exlaqî ya civakê jî tehdît dike û nifşên ku hestên wekhevî û berpirsiyariyê tune ne diafirîne.

Mûsa di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ji mêran tê xwestin ku bibin beşek girîng a guhertinê û got, ’’Piştgiriya jinan ne tenê helwestek hevgirtinê ye, lê erkek exlaqî û mirovî ye ku rê li ber avakirina civakek hevseng, adilane û pêşketina rola jinan vedike.’’

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

REQA

Bi heman munasebetê, Meclisa Kombûna Jinan a Reqayê bi hevkariya nivîsgehên jinan ên meclisan pankart daliqandin.

Pankartên ku balê dikişîne ser rola jinan di avakirina civaka demokratîk û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li gelek deveran wekî, çerxerêya Temwînê, çerxerêya Firûsiyê, Parka Reşîd û Pira Kevin hatin daliqandin.

ÇILAXA

Meclisa Jinan a PYD’ê di çarçoveya bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê de civîneke girseyî li bajarokê Kêşikê yê bajarê Çilaxa li dar xist. Civîn bi dirûşma “Bi pêşengiya jinên azad ber bi avakirina Sûriyeya demokratîk ve” bi amadebûna şêniyên bajarokê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî pêk hat.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Meclisa Jinan a PYD’ê Nicûda Faris, li ser şêweyên tundiyê, sedem û bandorên wê axivî. Nicûd destnîşan kir ku koka tundiyê zihniyeta baviksalar e ku newekheviya zayendî didomîne û dibe sedema berdewamiya binpêkirinên li dijî jinan û civakê.

Nicûd anî ziman ku têkoşîna li dijî vê zihniyetê berpirsiyariya her kesî ye. Banga belavkirina çandeke azadî û wekheviyê û avakirina hişmendiyeke civakî li ser bingeha azadiya jinan, demokrasî û edaleta civakî jî kir.

Beşdaran ku li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman,  rola komîn û civaka rêxistinî di rêgirtina li pêşiya tundî û avakirina malbateke demokratîk û parastina jinan de nîqaş kirin.

TIRBESPIYÊ

Rêxistina Kongra Star a bajarê Tirbespiyê yê kanotna Cizîrê bi beşdarbûna mêran dewreyeke perwerdeyê vekir. Dewreya perwerdeyê li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşer ve hatiye vekirin dê 3 rojan dewam bike. Di perwerdeyê de dê waneyên li ser hevjiyana azadî, doza rizgarkirina jinan, tundiya li ser jinan û rêbazên têkoşînê, pêşxistina çanda wekheviya di navbera her du zayendan de werin dayîn.

Hesen Xalid beşdarî dewreya perwerdeyê bûye, diyar kir ku mîna van dewreyan ji bo pêşxistina hişmendiya civakî û jiyana hevbeş a di navbera jin û mêran de girîng in.

Hesen Xalid da zanîn ku tevî ku bi destpêka Şoreşa Jinan re guhertinên mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûne jî, lê hîna hin mêr bi zihniyeta baviksalar a desthilatdar ve girêdayî ne.

Xalid anî ziman ku nîqaşên li ser hevjiyana azad gelekî girîng in û destnîşan kir ku ramanên Rêber Apo û avakirina artêşbûna jinan planên modernîtya kapîtalîst têk birin.  Xalid got, divê mêr van gavan fêm bikinn û di jiyana rojane de pêk bînin.

Macid Îsmaîl El Zendî yê ji pêkhateyê Ereb beşdarî perwerdeyê bûye, got, bi tevlêbûna wî ya nîqaş û dersan guhertina di hişmendiya wî de çêbûne. El Zendî xwestin ku mîna van dewreyan berdewam bikin û rê li pêşiya tundiya li ser jinan were girtin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ûkrayna wê ji Yewnanistanê gaz bigire
Nûçeya Pişt re Hêzên Şamê gundên Siwêdayê topbaran kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amûdê li dijî êrîş û tecrîdê meşek girseyî hat lidarxistin

Li Amûdê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û pergala êşkenceya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûniştina doza Mehmet Sîncar dubare hate taloqkirin

Dadgehê di doza ku bersûcê kuştina Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tehranê 2 teqînên mezin rû dan

Li navend û bakurê paytexta Tehranê 2 teqînên mezin rû dan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Berhem Salih bi awayekî fermî wek Serokê UNHCR’ê dest bi erka xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara koçberên ku ji ser Deryaya Manşê re gihîştine Îngilîstanê di asta rekorê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Hersonê êrîşa dronê pêk hat: Li gorî rayedarên Rûsyayê 24 kes mirine

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?