Ji bo rêzgirtina li bîranîna fermandarê berxwedana taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fermandar Ziyad Heleb, roja Pêncşemê hejmarek ciwanên bajarê Kerkûkê wêneyê şehîd Ziyad Heleb bilind kirin. Wêneyê Fermandar Ziyad Heleb bi şêwazê tabela li yek ji cadeyên sereke yên bajarê Kerkûkê hate bilindkirin.
Lê şeva borî komek Tirkmenên faşîst tabela daxistin. Ev yek bû sedema nerazîbûnan.
Rojnamevan Huner Ehmed ê ji bajarê Kerkûkê bi peyamek vîdeoyî li ser kiryara Tirkmenên faşîst nerazîbûn nîşan da û got: “Ew kesên ku wêneyê şehîd Ziyad Heleb daxistine, hinceta ewa ku dibêjin ‘ew ne Iraqî ye’. Lê li Kerkûkê, wêneyê fermandarê Hêza Qudsê ya Îranî Qasim Silêmanî û sekreterê Hizbullaha Lubnanî Hesen Nesrullah daliqandî ne.”
Huner Ehmed diyar kir ku rastî eve ku ew kes naxwazin wêneyê şehîdekî Kurd li vî bajarî were daliqandin û ew yekîtî û hevgirtina ku li vî sînorî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê heye, bi taybet Tirkmen qebûl nakin.
Rojnamevan Huner Ehmed destnîşan kir ku ‘li vî bajarî desthilate ku nekare wêneyê şehîdekî ku hemû Kurd wekî şehîdê xwe dibînin biparêze, gunehe ku ji bilî desthilatek kartonî zêdetir navek din lê bike’.

