Li Kobanê bi hezaran kes li Qada Jina Azad ji bo şermazerkirina êrîşên çeteyên HTŞ’ê û yên girêdayî dewleta Tirk daketin qadan. Ruxmî ku Kobanê di bin dorpêçekê giran de ye, hezaran kes li qadê kom bûne.
Gel ji bo bersiva êrîşan biryardariya xwe raber dike. Ji 7 heta 70 salî hemû Kobanê li qadê kom bûye û çek hilgirtine. Girsêya ku li qadê kombûyê, bênavber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana YPG” “Bijî berxwedana YPJ” berz kirin û anîn ziman ku ew ê ji vê qadê qut nebin û heta êrîşan neşkînin berxwedana xwe bidomînin.
Di çalakiyê de daxuyanî jî hate dayîn û biryardariya berxwedanê hate ziman. Çalakî bi dîlan û peyamên berxwedanê didome.



