Li bajarê Melbourne yê Avûstralyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya Pirtûkxaneya Eyaleta Victoriyayê bi pêşengtiya Hav Kurdê hate lidarxistin û di çalakiyê de Endamê KNK’ê Heval Herkî daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Heval Herkî bal kişand ku Rêber Apo ev 28 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û diyar kir ku ger li Tirkiyeyê daxwaza aştiya mayînde were kirin divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.

