Şêniyên kantona Minbicê li pêşiya baregeha Rûsyayê ya li bajarokê Erîme yê rojavayê kantona Minbicê protestoyek li dar xist.
Hevseroka Meclisa Gelan a kantona Minbicê Sîham Hemo di çalakiyê de axivî û got: “Ji bo ku em dengê xwe ragihînin cîhanê û Rûsyayê. Em ji wan dixwazin ku bêdeng nemînin. Ger bêdengiya xwe domandin, wê demê ew berpirsên sûcên li dijî sivîlan û zarokan tên kirin.”
Pişte şandeyeke beşdarên çalakiyê derbasî baregeha Rûsyayê bû. Şande ji hevseroka Meclisa Gelan, gelek şênî û rûspiyên Minbicê pêk hat. Şandeyê bi navê şêniyên herêmê peyamek radestî rayedarên Rûsyayê kir û bang li wan kir ku wek dabînker, êrîşên li dijî herêmê rawestînin.
Efserên Rûsyayê şande pêşwazî kir û peyam ji şandeyê wergirt.
Piştî ku şande ji baregehê derket, hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Sîham Hemo axivî û got: “Hêzên Rûsyayê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got dê banga rawestandina êrişan bikin.”
REQA
Nivîsgeha Zarokan a Desteya Jinan a Meclisa Rêveber a kantona Reqayê li pêşiya avahiya meclisê daxuyaniyek da. Cîgira seroka Desteya Jinan Fatme El Kirdî daxuyanî xwend.
Her wiha Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe xwend. Berdevka meclisê Fatme El Elî daxuyanî xwend.
Di her du daxuyanian de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hatine şermezarkirin û hate diyarkirin ku ew êrîş li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ne.
Di daxuyaniyan de hate gotin gelê herêmê dev ji hevgirtinê bernade ji ber ku bingeha serkeftinê û têkbirina komployên li dijî wan dibînin.
Her wiha bang li NY, hêzên navneteweyî û rêxisitnên mafên mirovan, hêzên demorkatîk û azadîxwazan hate kirin ku piştgiriya gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û ji bo rawestandina êrîş û komkujiyên li dijî zarok û sivîlan, helwesteke cidî nîşan bidin.