Yekşem, 14 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Şemzînanê çawişekî pispor ji heman malbatê 4 kes qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Erten: Divê hunermend ji bo avabûna demokratîk têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd wê hêza Tirkiyeyê ya li polîtîkaya derve zêde bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di konferansê de ‘Pêşerojeke çawa?’ hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kurd hêmanê damezrîner in’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Sûriyeyê Durzî û dîroka wan
Rojava

Li Sûriyeyê Durzî û dîroka wan

Durzî bi giranî li herêma Siwêda ya Sûriyeyê dimînin. Ji destpêka sedsala 11'an û pê ve li Sûriyeyê bi cih bûn. Di dema Osmanî xweser bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Gulan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Sûriyeyê krîza siyasî ya piştî hilweşîna rejîma Baasê destpê kir, hîn bi dawî nebûye. Bi hilweşîna rejîmê re mifteya rojavayê Sûriyeyê radestî hêzên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) hate kirin ku ji kevneşopiya El Nûsra ye. Ev hêz hewl dide bi bandora Tirkiyeyê bi îdeolojiya selefî û tekperest Sûriyeya nû ava bike. Komkujiya ku meha derbasbûyî li peravên Derya Spî li hemberî Elewiyan hate kirin mînaka şênber a vê yekê bû.

DURZÎ KÎ NE?

Li başûrê Şamê jî daxwaza xweseriyê ya Durziyan li zextên tekperestiyê yên HTŞ’ê rast hat. Ev rageşiya bi Durziyan re rû da dawiya meha Nîsanê veguherî şer. Navê Durziyan piştî şerê li Sûriyeyê hîn bêhtir hate bihîstin. Gelo Durzî kî ne, ku ji dema Bav Esad û pê ve daxwaza jiyaneke xweser dikin.

LI MISRÊ JI DAYIK BÛ

Durzîtî dawiya sedsala 10’an û destpêka sedsala 11’an li xaka Misrê destpê kir. Duziyan ku di dema Xelîfetiya Fatimî de navê xwe dan bihîstin, wê demê ji mezheba Şîa ya Îslamê bûn. Xelîfeyê Fatimiyan El Hakîm Biemrillah ji aliyê Durziyan ve weke temsîlê li ser rûyê erdê yê Xwedê tê qebûlkirin. Pirtûka wan a pîroz jî ‘Risailu’l-Hikme’ yanî Pirtûka Hîkmet e. Her wiha di nava Durziyan de jin ji aliyê olî ve bi mêran re xwedî heman mafî ne. Ji ber vê yekê û cudahiyên weke vê, cîhana Îslamê Durzî weke yên ‘ji rê derketî’ pênase kir.

JI BER ZEXTÊ XWE VEKIŞANDIN HERÊMÊN ÇIYAYÎ

Yek ji ramangerên herî girîng ên Durziyan Hamza bî Alî bû. Îsmaîl ed Durzî jî ku yek ji rêveberê herî radîkal ê vî fikrî bû, ji ber fikrê xwe yê radîkal ji aliyê civaka Durzî ve li derve hatibe hiştin jî civak bi navê ‘Durziyan’ hate bilêvkirin. Li gel vê yekê jî Durzî nekarî ji zextên Misilmanan rizgar bibin û neçar man ku xwe li herêmên çiyayî veşêrin.

Durziyan xwe vekişandin herêmên çiyayî yên Lubnan, Sûriye û Fîlîstînê. Ev rewş bû sedem ku Durzî bibin civakeke girtî. Piştre jî tevlîbûna li Durzîtiyê bi dawî bû. Durziyan êdî tenê zarokên ji dayik û bavekî Durzî weke Durzî qebûl kir.

DI DEMA OSMANÎ DE JÎ XWESER BÛN

Durzî di dema Osmanî de li nava sînorên Emîtiya Çiyayê Lubnanê diman û bi taybetmendiya xwe ya civaka xweser hêzeke girîng bû. Di sedsala 17’an de Durziyan bi pêşengiya Fahred-Din II xweseriya xwe parastin, dem bi dem bi Maruniyên ji ola Xiristiyaniyê şer kiribin jî bi hev re jiyan.

DURZÎ LI LUBNANÊ BI 8 PARLAMENTERAN TÊNE TEMSÎLKIRIN

Di sedsalên 20 û 21’ê de navê Durziyan bi berxwedana li dijî mêtingeriyê hate bihîstin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li dijî mêtingeriya Fransayê Durziyan li Sûriye û Lubnanê li ber xwe dan. Di sala 1925’an de bi pêşengiya Sûltan el Atraş li hemberî mêtingeriya Fransayê dest bi raperînê kirin.

Sala 1943’an piştî ku Lubnan serbixwe bû, Durziyan Partiya Sosyalîst a Pêşverû ava kirin. Kemal Canbolat û kurê wî Velîd Canbolat bû kesayetên girîng di nava siyaseta Lubnanê de. Bi Peymana Taif re ku sala 1989’an hate îmzekirin Durzî li Parlamenta Lubnanê ya ji 128 kursiyan bi 8 parlamenteran hatin temsîlkirin.

DURZIYAN REWŞA XWE YA XWESERR A LI SÛRIYEYÊ PARASTIN

Durzî li Sûriyeyê bi giranî li herêma Siwêdayê ye. Durzî ku ji destpêka sedsala 11’an û pê ve li Sûriyeyê bi cih bûn, di dema Osmanî de xweseriya xwe parastin. Weke li Lubnanê li Sûriyeyê jî Durziyan pêşengî ji serhildana li dijî mêtingeriya Fransayê re kirin. Ev raperîn hatibe tepisandin jî berxwedana Durziyan li Sûriyeyê bû nîşane.

Li Sûriyeyê di navbera salên 1966-70’î de Salih Cedid desthilatdar bû. Cedid ku bi polîtîkayên sosyalîst dihate naskirin wê demê reforma xakê çêkiribû. Lê belê piştre desthilatdarî kete destê malbata Esad. Li gel vê yekê jî Durziyan di dema rejîma Esad de avahiya xwe ya pratîkî ya xweser parastin.

BÛN HEDEFA DAÎŞ Û EL NÛSRAYÊ

Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku sala 2011’an destpê kir Durzî bê alî man û bûn hedefa rêxistinên cîhadîst ên tundrew weke DAÎŞ û El Nûsrayê. Di sala 2018’an de di êrîşa DAÎŞ’ê de nêzî 215 Durzî hatin qetilkirin, nêzî 30 jin û zarok hatin revandin.

Yek ji sedemên esasî yên Durziyan ku desthilatdariya HTŞ’ê qebûl nake ew e ku ev îdeolojiya tundrew Durziyan weke ‘yên ji rê derketine’ pênase dike û kuştina wan ‘wacîp’ dibîne.

NUFÎSA DURZIYAN

Tê texmînkirin ku li seranserê cîhanê niha nêzî milyonek û nîv Durzî hene.

Ji wan 700 hezar kes li herêma Siwêda ya Sûriyeyê, 300 hezar kes li Lubnanê, 150 hezar kes li Îsraîlê, 30 hezar kes li Urdunê, nêzî 150 hezar kes jî li welatên cuda yên dîasporayê dimînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hindistanê fuze avêt Pakistanê
Nûçeya Pişt re ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Joe Biden xwe vekişîne zext giran dibe.

Ji bo Serokê DYE'yê Joe Biden li şûna xwe namzetekî ji hilbijartina serokatiyê re diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên ESP û SGDF’ê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên ESP û SGDF’ê li dijî tecrîdê li girtîgehên Ewlehiya Bilind dest bi greva birçîbûnê…

Ji aliyê Stêrk TV

180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

Di metna kampanyaya îmzeyan a Buroya Jinan a Kurd Cênî ya li dijî êrîşên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd wê hêza Tirkiyeyê ya li polîtîkaya derve zêde bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk ji bo Tirkiyeyê derfetekî dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan li çar bajaran çalakî lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?