Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didomînin, êrîşî bajaroka Erîma ya li rojavayê Minbicê ye, kirin. Di êrîşê de ciwanê bi navê Xalid Rıdwan ê 19 salî birîndar bû.
Di encama bombebarana dewleta dagirker û çeteyên li ser gundê Ceblet El Hemra de kesên bi navê Fetome El Mihemed (23) û Berekat Ebid el Selam (48) birîndar bûbûn.