Duh danê sibehê 5 kes bi hinceta di dawetê de govend gerandine li Osmaniyeyê hatin binçavkirin. Hîvda Kahraman a ku îfadeya wê ya li midûriyeta polîsan temam bû, duh sewqî dadgehê hat kirin û Dadgeriya Ceza ya Sulhê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” Kahraman girt. Hevserokên DEM Partiyê yê Navçeya Navendî Sevgî Aydin û Farûk Kahraman jî di nav de Hakan Kahraman û Mûrat Kahraman jî piştî îfadeya li midûriyeta polîsan îro sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgeriya Ceza ya Sulhê her çar kes jî bi îdiaya propagandaya rêxistinê girtin.