Xelîl Dag Uysal (Çiya), gerîlayên Kurd û çiyayên Kurdistanê bi cîhanê da nasîn. Bi kameraya xwe, nivîs, wêne û fîlmên xwe, wî rastiya Kurdan nîşan da. Bi kesayetiya xwe ya afirîner mîrateyek xurt li pey xwe hişt û ev mîrate her ku diçe mezin dibe.
Xelîl Dag, li bakurê Kurdistanê ji bo projeya “Ewên ku ber bi Çiyayê Araratê ve dimeşin” xebat dimeşand. Di 1’ê Nîsana 2008’an de li herêma Besta ya Şirnexê, digel sê hevrêyên xwe, di pevçûnekê bi artêşa Tirk a dagirker re, şehîd bû. Endamê Şanoya Çiya şanoger Harûn Hêvî di salvegera şehadeta Xelîl Dag de, ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Şanoger Harûn Hêvî, di serî de şehîdên hunermend û şoreşger Hêvî, Yekta, Sarya, Mizgîn, Sefkan û Xelîl Dag bi hurmet û minetdarî bibîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir, “Gava ku em dibêjin Xelîl Dag, ev tê wê wateyê ku Xelîl xwe li çiyayan afirand û çiya jî xwe di kesayeta Xelîl de teyisand. Paşnavê ‘Çiya’ ne navekî paşê hat hilbijartin. Bi xwezayî ji ber jiyan û keda wî ya li çiyayan jê re hat dayîn. Ji ber vê yekê, Xelîl û Çiya du rastiyên ku hevdu temam dikin in. Ji sala 1994’an heta roja îro, me bi piranî çiya bi saya wî nas kir. Me çiya bi kameraya wî dîtin, dengê wî bihîst û hînê jiyanê bûn. Vegotina rastiya hevrê Xelîl ne hêsan e; wî ev yek ne bi gotinan, bi fîlm, wêne, klîb û belgefîmên xwe nîşan da. Her gava ku me dixwest dîmenek çiyayî ya rastîn bidîta, yekser hevrê Xelîl dihat bîra me. Ji ber ku wî her tişt bi awayê herî xwezayî nîşan dida.”
‘BI ÇAVÊ HEVRÊ XELÎL ME JIYANA GERÎLA NAS KIR’
Harûn Hêvî, rola şehîd Xelîl Dag a di nasandina jiyana gerîla de bi vî rengî vegot, “Gel jiyana gerîla bi çavên hevrê Xelîl didît. Me jiyana rojane ya gerîla, têkiliya wan a bi xwezayê re û têkoşîna wan, bi kameraya wî nas dikir. Wê demê, MED TV nû vebibû û bi saya xebata hevrê Xelîl, ew bû çavên gel. Bi saya hevrê Xelîl gel têkoşîn, şehîdên wê û rastiya wê nas kir. MED TV bi pratîkî bi kameraya hevrê Xelîl vejiya.”
Harûn Hêvî, nasîna xwe ya bi şehîd Xelîl Dag re wiha vegot, “Me pêşî navê wî bi xebatên wî naskiribû. Her gava kesek dipirsî, ‘Kê ev belgefîlm kişandiye?’ dikir, bersiv her tim ‘Xelîl Dag’ bû. Di sala 2001’an de li Dibistana Şehîd Sefkan a li Xinêrê me hevdu nas kir. Piştî temaşekirina lîstika me ya ‘Çîroka Axê’, hevrê Xelîl ji me re got, ‘Ez ê vê lîstikê bikişînim û bidim televîzyonê.’ Ev ji bo me motîvasyonek mezin bû. Ew ji bo kişandina lîstikê dîmen ji nû ve diafirand, pir bala xwe dida hûrguliyan. Paşê, me lîstika ‘Zîlan’ jî bi hev re amade kir. Lê belê, hevrê Xelîl her tim tiştek baştir dixwest, digot ku tiştê ku hatiye kirin têrê nake.”
‘WERIN EM ŞANOYÊ BI SÎNEMAYÊ RE BIKIN YEK’
Harûn Hêvî, behsa nêrîna hevrê Xelîl Dag a li ser şano û hunerê kir û wiha domand, “Hevrê Xelîl digot, ‘Werin em şanoyê bi sînemayê re bikin yek.’ Divê şano ne tenê li ser dikê bimîne; divê derkeve derve. Kamera bibû çavên civakê; ew dikaribû rastiyê li her derê nîşan bide. Divê şano jî rola civakê bigire ser xwe û bigihîje civakê.”
‘EW BI PRATÎKÎ DERHÊNERÊ JIYANÊ BÛ’
Harûn Hêvî diyar kir ku ev rêbaz ji bo wan nû bû û wan dest bi ceribandinê kiriye û wiha dirêjî da gotina xwe, “Ev ji bo me cuda bû û me xwest em biceribînin. Me dika lîstikê mezintir kir. Di dîmenekê de, hevrê Xelîl digot ku divê Çemê Munzur ji wir derbas bibe. Ji ber ku wî derbasbûna şehîd Zîlan bo Dersimê bi vê yekê ve girêda. Hevrê Xelîl lîstika me bi destdanên afirîner dewlemend kir. Wî rastiyê bi qasî ku me lîstik hîs kir, jiya. Ramanên wî pir kûr bûn. Ji ber vê yekê, ew ne tenê kameramanek bû; ew bi pratîkî derhênerê jiyanê bû. Hevrê Xelîl her tiştê ku di jiyana gerîla de pêwîst bû hîs dikir, dizanibû û jiya.”
‘HÛN ÇAV, GIYAN Û DAXWAZÊN CIVAKÊ NÎŞAN DIDIN’
Harûn Hêvî nêzîkatiya şehîd Xelîl Dag ji bo hunermendan jî bi van gotinan anî ziman, “Ew ji me re digot, ‘Hûn ne tenê lîstikvan in. Hûn pêşengên civakê ne. Hûn çav, giyan û daxwazên civakê nîşan didin. Ger hûn tenê lîstikvan bin, hûn vê xebatê di çarçoveyek teng de dikin. Lê hûn şoreşger in.’ Ew digot ku divê her lîstikvan sînemayê bizanibe. Ew fêrî me dikir ka fîlmek çawa tê çêkirin, fîlmek civakî çi ye. Ew rave dikir ka her dîmen çawa wate digire. Hevrê Xelîl bi berdewamî me li ser vê mijarê perwerde dikir û dema ku pêwîst bû, ew bixwe jî rolan digirt.”
‘EW SENARÎST, DERHÊNER Û HILBERÎNER BÛ’
Harûn Hêvî zehmetiyên sînemaya gerîla û beşdariyên Xelîl Dag di vî warî de bi van gotinan vegot, “Bi gelemperî, fîlmek bi komek mezin tê amadekirin. Lê me dît ku hevrê Xelîl pir caran bi tenê bû. Ew senarîst, derhêner û hilberîner bû. Gelek kar bi tena serê xwe pêk dianî. Lê hevrê Xelîl dixwest her kesî tevlî vê pêvajoyê bike. Ew digot, ‘Şan civakî ye û fîlm jî wisa ye.’ Wî dixwest ku her kes vê hunerê fêr bibe.”
Harûn Hêvî di derbarê projeya wan a fîlmê ya bi hev re amade kirine de ev tişt gotin, “Me di Hezîrana 2002’yan de dest bi xebata li ser fîlmek kir. Demek kurt hebû, nêzîkî du mehan û diviya bû ku di Tebaxê de biqediya. Hevrê Xelîl senaryo nivîsand. Çîrok li ser jiyana hevrê Sarya, gerîlayek jin ji Wanê, bû. Ew çîroka tiştê ku piştî şewitandina gundê wan di sala 1993’yan de qewimî vedibêje. Me ev senaryo bi hev re kişand û di nêzîkî du meh û nîvan de temam kir.”
‘DERFET GELEK KÊM BÛN’
Harûn Hêvî her wiha behsa zehmetiyên kişandina fîlman li çiyan û bêderfetiyan kir û wiha dewam kir, “Tenê kamerayek hevrê Xelîl hebû. Ekrana kamerayê şikestî bû, ji ber vê yekê wî bi derfetên xwe fîlm kişand. Hevrê Xelîl bi vî rengî fîlma ‘Bejna Eynê’ kişand. Bi rastî jî zehmet bû. Me kaset nedîtin; ez tînim bîra xwe ku me hefteyekê têkoşîn kir da ku yekê bibînin. Wê demê derfet tune bûn. Bi zehmetiyek mezin, me tenê çar eynik peyda kirin. Ew eynik mezin bûn û hilgirtina wan bo çiyayan jî zehmetiyek din bû. Hin ji wan di dema lojîstîkê de şikest, yên din jî dema barkirinê ketin û şikest. Her tişt bi zehmetiyek mezin hate kirin. Heta cebilxane jî tune bû. Hevrê Xelîl çi bidîta berhev dikir. Ev fîlma me ya duyemîn bû; ya yekem ‘Tîrêj’ bû. Hevrê Xelîl dixwest montajê bike, lê ji ber ku derfet nebû, hevrêyên din ew amade kirin.”
Harûn Hêvî destnîşan kir ku tevî derfetên kêm yên wê demê, hin avantaj jî hebûn û wiha domand, “Di sala 1999’an de, pêvajoyek agirbestê hebû. Perwerde û xebatên rêxistinî pêş ketibûn. Li Akademiya Şehîd Sefkan beşên şano, muzîk û fîlman hebûn. Hevrê Xelîl bi giranî li ser qada sînemayê sekinî. Piştî ‘Bejna Eynê’, wî fîlmên ‘Hêsrê Ava Zê’ û ‘Bêrîtan’ çêkirin. Bi taybetî ‘Bêrîtan’ lûtkeyek bû.”
‘HEVRÊ XELÎL NÎŞAN DA KU HUNER BÊ ÎDEOLOJÎ NABE’
Harûn Hêvî derbarê cihê şehîd Xelîl Dag a di sînemaya Kurdî de wiha vegot, “Gihîştina asta ku hevrê Xelîl bi dest xistiye, zehmet e. Wî ji bo me mîrateyek hunerî û rewşenbîrî hişt. Hevrê Xelîl nîşan da ku huner bê îdeolojî nabe. Wî îspat kir ku nirx û têkoşînên civakê divê bi hunerê werin nîşandan. Sîstema kapîtalîst jî çîroka xwe bi hunerê vedibêje. Lê belê, Hevrê Xelîl têkoşîna gel bi awayê herî rast û estetîkî nîşan da. Di fîlma ‘Bêrîtan’ de, welatparêzî, fedakarî û têkoşîn bi hêz hatin nîşandan.”
Harûn Hêvî derbarê xebata ‘Sîne Çiya’ de agahî da û wiha got, “Wekî Şanoya Çiya em ji bo Sîne Çiya, di sê qadan de dixebitin: sînema, muzîk û şano. Em hewl didin ku mîrateya ku hevrê Xelîl li pey xwe hiştiye bidomînin. Bi saya wî, me şano jî gihand televîzyonê. Ev destkeftiyek pir girîng bû. Îro, em hîn jî bi rêbazên wî dixebitin, lê gihîştina asta wî ne hêsan e. Digel vê yekê, wekî Akademiya Şehîd Sefkan, em hewl didin ku vê mîrateyê bidomînin.”
Harûn Hêvî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Ji bo min serbilindî û kêfxweşiyeke mezin bû ku min hevrê Xelîl nas kir. Bi rêya fîlma ‘Bejna Eynê’ ez hînê xebata sînemayê bûm. Hevrê Xelîl ne tenê jêhatiyên teknîkî, di heman demê de perspektîfek xurt jî bi me da bidest xistin. Ez hewl didim ku mîrata wî bidomînim. Mîrata ku şehîdan ji me re hiştine pir mezin e. Erka me ew e ku em wê xurtir bikin. Sala 2026’an derfetên mezin û her wiha xetereyên mezin jî dihewîne. Ger em ne yekgirtî bin, ev xetere dê mezin bibin. Ji ber vê yekê, divê hemû hêz û gelê me yekîtîya xwe xurt bikin. Divê çar perçeyên Kurdistanê nêzîkî hev bibin. Hêviya me welatekî azad û siberojek azad e.”

