Xelkê kantona Reqa û gundewarê wê ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îsmaîl Elî El Ebid ê li bajarê Sebxe yê rojhilatê Reqa şehîd bû, endamê Rêxistinên Civaka Sivîl şehîd Rifet Ebdullah Îsa ê li Reqayê şehîd bû, 2 şervanên QSDˋê Mihemed El Şewax û Ebdulkerîm Mihemed El Hisên ên li Helebê şehîd bûn, li goristana şehîdan a li gundê Hikumiyê merasîm li dar xist.
Di merasîmê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Şîhab El Huwêş sersaxî da malbatên şehîdan û got: “Em ji dijmin re dibêjin em li ser erdê û li bin erdê bi rûmet dijîn. Êrîşên wê tenê îsrara me ya berxwedanê zêde dike.”
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar El Seib sersaxî da malbatên şehîdan û got: “Li hember vê terorê û sûcên wê yên hovane zarokên me xwedî li wefedariya xwe ya parastina xak û gelê xwe derket.”
Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hatin veşartin.