Di çalakiyên bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo de hate gotin ku ramanên Rêber Apo bingeha têkoşînê û avakirina civaka demokratîk in, her wiha daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hat kirin.
Li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê û Tirbespiyê yên herêma Cizîrê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo semîner hatin dayîn, panel û şahî hatin lidarxistin, her wiha dar hatin çandin.
QAMIŞLO
Bi boneya 4’ê Nîsanê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi hevkariya meclisa bajar panelek li ser jiyana Rêber Apo li dar xist. Panel bi amadebûna bi dehan endamên meclisa bajarê, malbatên şehîdan û Kongra Star li Hola Şehîdan a Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat lidarxistin.
Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Rûbar Qamişlo di panelê de axivî û 4’ê Nîsanê wek vejîna gelê Kurd bi nav kir. Rûbar Qamişlo qala jiyana Rêber Apo kir û felsefeya wî ya aştî, civaka demokratîk û azadiya jinan vegot.
Piştî panelê beşdaran dar li pakrewangehê çandin.
Bi heman boneyê Kongra Star li bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişloyê, Parka Şaredariyê bi wêneyên Rêber Apo xemiland û dar lê çandin.
AMÛDÊ
Li bajarê Amûdê jî di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan li Baxçeyê Rêber Apo yê li bajêr çalakiyek ji bo zarokan li dar xist. Di çalakiyê de ku bi dehan zarok lê amade bûn, zaroka bi navê Alvîn Hiso helbesta Rêber Apo a ji bo zarokan xwend ku 10`ê Gulanê 2025`an şandibû.
Paşê zarokan bi destên xwe b paçeke spî boyax kir ku dê piştre wek pankart bê bikaranîn. Di dawiya çalakiyê de zarokên kevokên spî firandin.
Kongra Star jî li nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li bajarê Amûdê civînek organîze kir. Di civînê de şênî, endamên Kongra Star, PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê amade bûn.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Viyan Efrîn axivî. Viyan Efrîn diyar kir ku ew her sal bi rengekî û di rewşeke cuda de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin û got: “Eger rojbûna yekemîn a Rêber Abdullah Ocalan tuneba dê şiyarbûna gelê Kurd û gelan jî çênebûbe. Em vê rojbûnê wekî vejîna mirovahiyê û zayîna mirovên azad dibînin.”
Viyan Efrîn bi domdarî got: “Kombûna me ya niha şînbûna dara ku Rêber Apo daniye, ev şînahî li Kurdistanê tê dîtin, yek ji şînatiyan jî şoreşa Rojava bû. Yek ji berhemên berbiçav jî niha nîqaşkirina hebûna gelê Kurd di destûran de ye.”
Viyan Efrîn destnîşan kir ku heta heqîqet tê dîtin, gelek berdêl tên dayîn û anî ziman ku dê têkoşînê bidomînin.
Di heman çarçoveyê de Kongra Star li Akademiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li bajarê Amûdê 70 dar çandin.
DÊRIK
Kongra Star bi hevkariya Şaredariya Dêrikê bi beşdariya bi dehan şêniyan û endamên saziyên sivîl 50 darên merxê li parka nêzîkî Firina Alî ya bajar çandin.
Tevgera Hîlala Zêrîn jî bi tevlêbûna bi dehan şêniyan çalakiyeke hunerê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li dar xist. Di çalakiyê de ji aliyê komên jinên ciwan ve stran li ser Rêber Apo hatin gotin û helbest hatin xwendin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzkî ya Rêber Apo bi dawî bû.
ÇILAXA
Li bajarê Çilaxayê bi dirûşma “Rojbûna Rêber Apo vejîna jiyana azad e” çalakiyeke çandina daran ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxisin. Di çalakiyê de bi tevlêbûna bi dehan şêniyan, endamên Kongra Star û saziyên sivîl dar li bendava Çilaxayê ya bajar hatin çandin.
Beriya ku dar werin çandin, endama Kongra Star Nizha Seyfedîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelan û malbatên şehîdan pîroz kir.
Nizha Seyfedîn Rêber Apo wekî mîlada tevahî gelên bindest bi nav kir û got bi saya ramanên Rêber Apo gel azadî nas kir.
Nizha Seyfedîn di dawiya axaftina xwe de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got: “Em jin rojbûna Rêber Abdullah Ocalan wekî rojbûna xwe dibînin, ji ber ku bi saya wî me xwe nas kir û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Bi vê boneyê, careke din em soz didin ku em ê têkoşîna li hemberî feraseta mêrêserdest û koledariyê bidomînin.”
Piştî axaftina Nizha Seyfedîn beşdaran dest bi çandina daran kir.
GIRKÊ LEGÊ
Meclisa Kongra Star a bajarê Girkê Legê jî semînerek li dar jiyana Rêber Apo organize kir. Semîner li avahiya Sendîkaya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê bi beşdariya bi dehan şêniyan û endamên saziyan pêk hat.
Şêwirmenda Meclisa Kongra Star a bajarê Girkê Legê Rûken Qehreman semîner bi rêve bir. Rûken jiyana Rêber Abdullah Ocalan, ramanên wî û têkoşîna wan a ji bo rakirina zulmê li ser gelan, bi taybetî li ser gelê Kurd, belavkirina aştî û demokrasiyê vegot.
Rûken Qehreman diyar kir ku Rêber Apo banga belavkirina nirxên hezkirin û aştiyê di navbera gelan dike, her wiha girîngiyê dide azadiya jinan û azadiya civakê ji azadiyê jinan dibîne.
Di dawiya semînerê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
TIRBESPIYÊ
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava jî semînerek da. Semîner li Mala Êzidiyan a li bajarê Tirbespiyê bi beşdariya bi dehan şêniyan, endamên Kongra Star û saziyên sivîl hate dayîn.
Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediye Şemo semîner bi rê ve bir, behsa wateya rojbûna Rêber Apo ji bo jinan kir û got Rêber Abdullah Ocalan li hemberî kolekirina jinan rabû û ji bo parastina gelên herêmê tê dikoşe.
Hediye Şemo îşaret bi vê yekê kir ku Rêber Apo girîngî da civaka Êzidî û gelek caran ji bo parastina wan bang kir. Hediye Şemo her wiha bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin û bi bîr xist ku Rêber Apo dixwaze mafên gelê Kurd were parastin û dawî li şer were. Hediye anî ziman ku ew civaka Êzidî piştgiriyê didin vê bangê.
Piştî semînerê beşdaran dar li hewşa Mala Êzidiyan û Mezara Diyarî Felekê û Goristana Şehîd Nezîr a li gundê Otelceyê çandin.
MEXMÛR
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku îsal 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku bi boneya Rojabûna Rêber Apo tê lidarxistin, bi vekirina pêşengeha hunerî didome.
Pêşengeha Hunerî ya ku li salona konferansê hatibû amade kirin, gelek hunerên dest ên ku bi dest xwedevan, hunermend, zarok û ciwanên wargehê hatibûn çêkirin hatibûn pêşkêş kirin. Pêşengeha ku îro serê sibê hat vekirin wê heta 4’ê Nîsanê ji serdana gel re vekirî be.

