Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li navçeya Xizlaniyê ya herêma Xûta Şerqiye ya gundewarê Şamê 2 çekdarên nenas gule li welatiyekî ji taîfeya Şîî yê ku bi xwe bavê 3 zarokan e, barandin. Di encamê de welatî hat qetilkirin.
Ev di demekê de ye ku sûc û binpêkirinên revandin û kuştinê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê zêde bûne, bêyî ku tu bertekên cidî ji aliyê hikumeta veguhêz ve werin nîşandan, pêk tên.
SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka 2025’an ve hezar û 121 kes di encama sûcên întîqamî de hatine kuştin, ji wan hezar û 59 zilam, 40 jin û 22 zarok in.

