Li gel tarîfeya nû ya Wezareta Enerjiyê di meha Cotmehê de eşkere kiriye, fatûreyên ceyranê herî kêm 60 qatî zêde bûne. Gelê ku li Şam û derdora wê dijîn, jixwe li dijî dahata kêm û qutbûnên ceyranê yên demdirêj li ber xwe didin û li hemberî vê biryarê nerazîbûnên xwe nîşan dide.
‘ME DIGOT KU WÊ BAŞTIR BE…’
Welatiyê bi navê Hasan Aama yê li Şamê hesinkariyê dike, dibêje ku dema ku wî biryara zemê bihîstiye, ew matmayî bûye. Hasan Aama yê ku ji ajansa nûçeyan a Fransî AFP’ê re axivî ev yek anîne ziman: ‘’Dahata me kêm e. Ger fatûre ev qasî zêde bibin, em nikarin debara xwe bikin. Em ji şerî bi saxî derketin, xaniyên me hilweşiyan û me her tiştê xwe winda kir. Me hêvî dikir ku wê êdî baştir be, ne xirabtir.’’
Li bajêr gelek kes ji ber ku gelek caran rojê nêzîkî 20 saetan ceyran tê qutkirin, neçar dimînin ku pereyekî zêde bidin jeneratorên taybet û bi wî awayî ceyranê bi kar tînin.
SUBVANSIYON TÊN RAKIRIN
Li gorî pisporê aboriyê Cîhad Yazici, rêveberiya nû di gel ku hewl dide welêt ji îzalasyona navneteweyî derxîne û ji bo jinûveavakirinê li çavkaniyan digere, pêngavên têkildarî kêmkirina alîkariya dewletê û bi temamî serbestkirina piyaseyê diavêje. Rakira subvansiyona buhayê nanî jî perçeyekî van polîtîkayan e.
Lê belê van pêngavan, bendewariyên gel berovajî kirin. Gelek Sûriyeyîyên ku di wê baweriyê de bûn ku wê piştî hilweşîna rejîma Esad jiyan bi lez baştir bibe, li hemberî zêdebûna barê kirînê xemgîn in.
Welatiyê bi navê Muhyeddin Selam wiha dibêje: ‘’Ma ger kirêya mirov 200 dolar be û fatûreya ceyranê jî 200-400 dar be wê kî bikare bide? Wê însan çi bikin?’’
TU KESÎ HÊZA DAYÎNÊ NÎNE
Welatıyê bi navê Alaa Mûsa ê li kolanên Şamê li ser dezgehê xwe yê biçûk bîskuvî û qehweyê difiroşe jî bi awayekî tund nerazîbûnên xwe nîşan dide:
‘’Wê tu kes nikare bide. Pereyê tu kesî tune ye. Ceyranê bi temamî qur bikin, baştir e. Kar tune ye, kargeh girtî ne. Me digot ku wê piştî çûna Esad pere biherike.’’
JI PROJEYÊN JINÛVEAVAKIRINÊ ENCAMEK NEHATE BIDESTXISTIN
Hikûmeta Demkî, di serî de Qeter ragihand ku wê li gel welatên li herêmê lihevkirinên têkildarî enerjî û binesaziyê îmze kiriye. Bi saya xeta gaza xwezayî ya Qeter fînanse dike, rojane 400 megavat ceyran hate dayîn. Lê belê van projeyan hê jî bandora xwe li jiyana rojane ya gelî nekiriye.
Li gorî NY’ê ji sedî 90’ê gel di bin sînorê xizaniyê de ye û tê diyarkirin ku rêjeya bêkariyê jî li ser ji sedî 25’an e.
Dayika sê zarokan a li kolana nanî diforoşe Ummu Zeyn a 43 salî jî dibêje: ‘’Ez bi zor û zehmet mesrefên kurê xwe yê li zanîngehê didim. Ez ê çawa fatûreya ceyranê bidim? Jixwe rojê bes saetekê tê dayîn. Em ê vê zivistanê xwe bi beteniyan germ bikin û wisa derbas bikin.’’

