Şemî, 5 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Erdogan daxuyaniya li ser pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Vedat Aydin hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê çerxa gendeliyê: 36 mîlyon TL gendalî hate tespîtkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlknûr Bîrol: Divê bendewarî bi gavên erênî werin destekkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Aşitiya civakî û hêviyên çareseriyê hedef tên girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên Windayan ji bo Vedat Aydin hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Ew ê her tim di dilê gelê me de bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut: Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agir bi qada daristanî ya Omeryayê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê şewat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Civînên Civaka Demokratîk’ dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Sine zexta li rojnamevana Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê kirdeya sereke ya pêvajoyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TAJÊ bang kir: Qada hewayî ji balafirên şer ên Tirk bigirin
Jin

TAJÊ bang kir: Qada hewayî ji balafirên şer ên Tirk bigirin

TAJÊ li ser êrişên li ser Şengalê nameyek ji hikumeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê re şand û bang li hêzên pêwendîdar kir ku qada hewayî ji balafirên şer ên dewleta Tirk bigirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

TAJÊ li ser rewşa dawî ya Şengalê û êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, CPT, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê şandin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê name ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, CPT, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Awropayê re şandin. Di nameyê de êrişên dewleta Tirk hat şermezarkirin û hat zanîn ku parastin mafekî rewa ye û ev êriş berdewamiya fermanê ne.

Her wiha di berdevamiya nameyê de armancên êrişên li ser civaka Êzidî hatin nirxandin û hat gotin ku civaka Êzidî baweriya xwe bi tu hêzê nayne, tenê Êzidî dikarin xwe û baweriya xwe biparêzin.

Nameya jinên Êzîdî wiha ye:

“Civaka Êzidî xwedî çand, bawerî û dîroka kevnar a hezaran salan e, civakek demokratîk û aştîxwaz e. Cîhan dizane di dîrokê de heya niha civaka Êzidî rastî 74 fermanan hatiye, bi dehan ferman ji aliyê Osmaniyan ve li ser civaka me pêk hatine. Fermana herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat. Wekî tê zanîn di vê fermanê de bi deh hezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, bi hezaran jin, zarok mirovên Êzidî dîl ketin destên çeteyên DAIŞ ê û heya niha çarenûsa wan ne diyar e. Her wiha bi sed hezaran koçber bûn, bi hezaran kes di gorên komî de hatin veşartin. Bêguman ji bo civaka Êzidî xwe ji fermanan biparêze sîstema xwe ya Rêveberiya Xweser ava kir, hêzên xwe yên parastinê YBŞ’ê, YJŞ’ê, Asayîşa Êzidxan, sazî û dezgehên xwe ava kirin.

Ji ber ku 74 ferman li serê me rabûn, baweriya civaka me bi tu hêzên derve nayê. Em dizanin ku ew ê nikaribin parastina hebûna me bikin. Ji bo her gelekî ku metirsiya ferman û komkujiyan li ser heye, xweparastin dibe mafekî rewa. Em dixwazin balê bikşînin ser vê xalê ku sîstema Rêveberiya Xweser bi destûra Iraqê re bi nakok nîn e û ne li dijî destûra Iraqê ye. Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li serê civaka Êzidî hat rakirin, heya roja îro dewleta Tirk bi sedan caran bi balafirên şer û dironan Şengalê bombebaran kiriye û sûcên şer kiriye. Mirovên sivîl di nav de jin û zarok hatine hedefgirtin. Hêzên me yên parastinê YBŞ’ê, YJŞ’ê ku ji keç û xortên civaka Şengalê Êzidî û Ereban pêk tên, 10 sal in axa xwe û civaka Şengalê ji fermanan diparêzin. Her wiha cihên me yên pîroz bûne hedefa dewleta Tirk.

Di dema dawî de ku em nêzî salvegera rizgarkirina Şengalê dibin, di rojên 24 û 25’ê Cotmehê de dewleta Tirk bi tundî êrişî Şengalê kir. Encama êrişên dawî yên dewleta Tirk li ser Şengalê wiha ne: Bi Balafirên şer û yên bê mirov 16 cih, 20 caran hatine bombabarankirin. 6 kes şehîd bûne 4 kes jî birîndar in ji hêzên parastinê YBŞ ê, 2 birîndarên sivîl jin û zarokek, 2 malên gel hatin bombebarankirin, 2 cihên pîroz ên Êzidiyan hatine hedefgirtin, 2 tankên avê û şahînek şaredariyê ku xizmeta gel dikirin hatin hedefgirtin. Van êrişên dewleta Tirk bandorên neyînî li ser civaka me dikin û nahêlin birînên civaka Êzidî yên fermana 2014 an  bên pêçan. Her wiha êrişên dewleta Tirk ên li ser civaka Êzidî li Şengalê li dijî mafên mirovan in. Di heman demê de ev êriş qirkirin e û berdewamiya fermana 2014’an e. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) van êrişên dewleta Tirk ên hovane bi tundî red dikin, ji ber aramiya herêmê xirab dibe û em van êrişan metirsiyek cidî li ser civaka Şengalê dibînin di heman demê de metirsî li ser tevahî Iraqê ye.

Em bi bîr dixin ku Şengal parçeyek ji Iraqê ye û em hemwelatiyên Iraqê ne, erk û berpirsyariyên hikûmeta Iraqê li hemberî civaka Êzidî û civaka Şengal heye. Bêdengî û bêhelwestiya hûkmeta Iraqê li hemberî êriş û kiryarên dewleta Tirk ên li ser Şengalê tê wateya rewakirina van êrişan. 10 sal di ser trajediya fermanê re derbas bûn civaka Êzidî li bendê ye ku hikûmeta Iraqê jenosîdê û Rêveberiya Xweser bi fermî nas bike lewra em dibêjin 74 fermanên ku li serê civaka Êzidî hatine rakirin ne kêm in, bila careke din civaka Êzidî û civaka Şengalê nebin qurbanê berjewendî û şerên deshilatdariya dewletan. Di dawî de em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bang li hikûmeta Iraqê dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî û zagonî li hemberî civaka Êzidî û civaka Şengalê pêk bîne. Demildest qada ezmanî ji balafirên dewleta Tirk a li ser  Şengal re bê girtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serokê Hîzbullaha Lubnanê yê nû hate hilbijartin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê jin ji bo Rojbîn Kabaîş meşiyan

Li navçeya Rezan a Amedê ji bo xwendakara zanîngehê Rojbîn Kabaîş ku cenazeyê wê 18…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 10’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li ser sivîlan li Amedê hat şermezarkirin: Dewleta Tirk sûcê şer dike

Rêxistinên demokratîk ên Amedê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û rojnamevanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Komxebata ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên Windayan ji bo Vedat Aydin hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Erdogan daxuyaniya li ser pêvajoyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?