Li Semsûrê nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren ku ji bo şopandina nûçeyan çûbûyê, tevî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan Pîrhayê Kahmber Yildiz ji aliyê cendirmeyan ve di GBT’ê re hatin derbaskirin. Ren û Yildiz ku li Meletiyê nûçe dişopandin, ji wir çûn Semsûrê. Li vir cendermeyan bi ser mala ku lê diman de girtin.
Mala ku Ren û Yildiz lê diman di demeke kurt de du caran ji aliyê ekîbên cuda yên cerdermeyan ve hat serdegirtin. Cendirmeyan xwest careke din rojnamevanan di GBT’ê re derbas bikin û ji wan pirsin ku çûne ku derê.
Her wiha cendirmeyan ji rojnamevanan re ji bo serdegirtina malê de gotiye, “Bila di navbera me de bimîne.”