Rêveberiya Xweser a Şengalê ku 8’ê Kanûnê ji bo koçberên Rojava kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin, ji 20’ê mehê ve temam kiriye. Rêveberiya Xweser a Şengalê, diyar kir ew ji bo derbaskirina alîkariyê li benda bersiva rayedarên Iraqê ne, 12 kamyonên mezin li benda derbasbûnê ne.
Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê, tevî hemû saziyên xwe û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Kanûnê ji bo koçberên ji Til Rifat û Şehbayê koçî herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê kirine kampanyaya alîkariyê dabûn destpêkirin.
Kampanya li hemû gund û bajarokên Şengalê pêk hat û gel alîkariya xwe pêşkêş kir. Li gorî agahiyên ku ji Rêveberiya Xweser hatiye girtin di encama alîkariyê de ku gelek malbatên nû ji koçberiyê vegeriyane jî beşdarbûne 12 kamyonên mezin hatiye komkirin. Her wiha alîkarî ji 20’ê mehê ve kom bûye û li benda bersiv û destûra rayedarên Iraqê ye.
Rêveberiya Xweser, diyar kir ew difikirin şandeyek ji Şengalê alîkariyê derbasê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û yekser radestê Rêveberiya Xweser a Rojava were kirin.
Lê tevî 13 roj derbasbûye jî hîn bersiveke zelal ji rayedarên hikûmeta Iraqê ne hatiye girtin û aliyên peywendîdar bi rayedarên Iraqê re di peywendiyê de ne ji bo alîkariyê derbas bikin.
Ji ber betlaneya serê salê şandina tiştan dereng ketibe jî, wê piştî betlaneya hefteyê di nava demeke nêz de zelal bibe.