Îro salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an e ku Êzidî jêre dibêjin, ‘Roja Reş’. Dayîkên Êzidî dixwazin ev roj ji dîrokê dernekeve! Di vê rojê de bihezaran Êzidî bi saxî hatine binaxkirin, ji ber ser dan sir nedan, bi awayeke hovane ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin. Bihezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin, destdirêjî li wan hate kirin. Bi sedan kesên bi temen û zarok ji ber çileya havînê ji ber tî û birsî man jiyana xwe ji destdan dan. Bihezaran kes koçkirin û hîn jî bihezaran kes di destê DAÎŞ’ê de ne, windane, di gorên komî dene û an jî aqûbeta wan qet diyar nîne.
10 salin hîn birîna Êzidiyan ne kewiye, hîn jî li seranserê Şengalê dengê qêrîna dayîkan tê bihîstin. Lê Şengal îsal ji her demê zêdetir daxwaza hesapxwestin û edaletê dikin. Dixwazin PDK ku bûye sedema fermanê bê darizandin.
Ji bo vêya îsal ji hemû salan birêkûpêktir li hemû meclisên gel, li cihên komî gel kom bûne, di saet 10.00’an de ji bo çend xulekan jiyan hate rawestandin.
Li navenda Şengalê, Qibletê, Xanesor, Serdeşt, bîrdariya Solaxê, Sinûnê, Borik, Digûrê û li hemû gund û navçeyan Rêveberiya Xweser, Asayîşa Êzidxanê merasîmên girseyî yên rêzgirtinê lidar xistin.
Jiyan bi temamî ji aliyê gel ve hatiye rawestandin. Li gelek deverên Şengalê gel xêr belav dikin, li ser rêyên giştî av têne belavkirin.
Wê piştî nîvro li navenda Şengalê merasîmeke girseyî were lidarxistin. Gel wê ji Meclîsa Gel berbi mekteba Zarîfa Osê ya li navenda bajêr ve bimeşin. Merasîm jî wê li vê mekteba ku bûbû dojeh ji bo Êzidiyan were lidarxistin.