Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û TJA’yê li navçeya Mêrdînê Nisêbînê bi meşekê hatin protestokirin. Koma DEM Partiyê ya ji Parlementer Onur Duşunmez, Alî Bozan ve Ayten Kordûyê pêk dihat, serdana esnafan kirin û bangawaziya xwedîlêderketina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel kirin. Piştî serdana esnafan bi sedan kes li pêşiya mala serxweşiyê ya Newrozê kom bûn û heta Qada Newrozê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava dilê me, berxwedan e karê me” û “Gelê Rojavayê ne bi tenê ye” meşiyan. Di meşê de pankarta “Bi ruhê seferberiye em ê şoreşa Rojavayê biparezin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de axaftina ewil Hevserokê Bajarî yê DEM Partiyê Mehdî Tûnç kir û got: “Rojava ji bo me mijara rûmetê ye. Rojava ji bo mijara nasnameyê ye. Rojava ji bo mijara hebûn û nebûnê ye.”
Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez jî diyar kir ku Nisêbîn ji Qamişlo, Pirsûs ji Kobanê ne cudatir e, dilê Kurdan yek e.
Duşunmez anî ziman ku li Rojava li dijî Kurdan careke din hewla komkujiyê tê dayîn, lê çawa ku gelê Kurd di 2014’an li dijî DAÎŞ’ê Rojava parast, wê îro jî biparêze. Duşunmez diyar kir ku piştgiriya ji bo çeteyên tê kirin nayê qebûlkirin û ew ê destûr nedin ku piştgiriyê bidin DAÎŞ û SMO’yê û wiha dewam kir: “Em ê destûr nefin ku hûn Rojavayê dagir bikin. Em ê nehêlin hişmendiya we ya qirêj li wir şîn bibe.” Duşunmez diyar kir ku Kurd li Rojahilata Navîn û li her derî xwedî li rûmet û nirxên xwe derdikeve û bi silavdana parêzvanên rûmeta mirovahiyê got “Em ê nehêlin Rojava bikeve. “
Duşunmez anî ziman ku li Rojhilata Navîn pirgirêk dikarin bi dirêjkirina destê xwişk-biratiyê bên çareserkirin, loma navnîşana çareseriya Pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye, djvê demildest serî li rêya diyalogê bidin. Duşunmez got wan li dijî êrîşan dest bi çalakiya nobedê kiriye û ew ê berdewam xwedî li Rojavayê derkevin.
Ayten Kordû jî diyar kir ku ew ê rê nedin li Sûriye û Rojava komkujî were kirin û got: “Em ê têkoşîna xwe heta hetayê bidomînin. Tam li vir, li ser van sînorên çêkirî, bi hemû kes û karên xwe re, bi xwişk û birayên xwe re, wek gelê Kurd, wek jin em ê li dijî vî şerî derkevin. Em ê jiyaneke azad û wekhev teqez dabîn bikin. Ji ber vê yekê Jin Jiyan Azadî.”
Piştî axaftinan gel derbasî pêşiya Navenda Çandê ya Mîtaniyê ya li ser sînorê Qamişloyê bûn. Girseyê li vir bi dirûşmeyan dest bi nobedê kir.