În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Guhertina esasî wê bi têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re xwe nîşan bide!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Serhedê coşa Newrozê
Kurdistan

Li Serhedê coşa Newrozê

Li bajarên Herêma Serhedê agirê Newrozê hate pêxistin. Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, navçeya Kop a Mûşê û navçeya Şemzînan a Colemêrgê Newroz hate pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li bajarên Herêma Serhedê agirê Newrozê hat pêxistin. Agirê Newrozê îro li navçeya Giyadîn a Agirî, navçeya Kop a Mûşê û navçeya Şemzînana Colemêrgê hatin pêxistin. Di pîrozbahiya bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” wêneyên rengîn derketin holê.

AGIRÎ/GIYADÎN

Girse li kolana Înonû ya navçeya Giyadînê li hev civiya û heta qada Newrozê ya ku Sûka Saman a kevn lê ye meşiya. Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sakik, Oznur Bartin û Heval Bozdag, şaredar û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê bi şapikên xwe yên zer, sor û kesk li pêşiya meşê bûn. Bi def û zirneyan heta qada Newrozê meşiya.

Endama DEM Partiyê Oznûr Bartîn piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane axivî û got: “Dîroka Newrozê bi qasî dîroka mirovahiyê nirxek e. Dîroka 4 hezar salan e. Newroz ji bo me berxwedan, aştî û çalakiya demokratîk e.”

Oznûr Bartînê da xuyakirin ku Kurd li dijî her cure zilmê paşve gav neavêtine û got: “Di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî hat kirin. Di vê bangê de tu kes cuda nehat dîtin. Ev bang ji bo jiyana hevbeş û azadiya gelan hat kirin. Em hemû berpirsiyar in. Ev berpirsyariya dîrokî erkê dide ser milê me jî.”

Piştre agirê Newrozê hat pêxistin. Girse li dora agirê Newrozê li hev civiya. Pîrozbahî bi derketina ser dikê ya hunermendên herêmî bi dawî bû.

MÛŞ/KOP

Navnîşana pîrozbahiyên li navçeya Kopê qada termînalê bû. Qad bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Gelê Kopê di danê sibehê de herikî qada Newrozê. Giraniya girseyê ciwan û jin bûn. Demeke dirêj li gel stranên kurdî govend hat gerandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyê de parlementer Sumeyye Boz û Kamuran Tanhan jî di nav de gelek nûnerên hilbijartî amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Sumeyye Bozê got: “Em ê di 21’ê Adarê de teqez bigihêjin aştî û azadiyê. Em li ser şopa kesên ku ji bo Newrozê bedena xwe dan ber agir in.”

Kamûran Tanhan jî got ku sala 2025’an wê bibe sala azadiya gelê kurd. Tanhan got: “Di 27’ê Sibatê de li Îmraliyê peyama azadî û aştiyê ji hemû gelan re hat dayîn. Pêwîst e em xwedî li vê peyamê derkevin û li her qadê zindî bihêlin. Dem dema azadî, aştî û yekîtiyê ye.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Pîrozbahî bi govendgerandinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Girtîgeha Wanê êşkence li 2 girtiyan hate kirin
Nûçeya Pişt re Newroza 2025’an: Gelê Kurd xwedî li banga dîrokî derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hisên Hecî: Îdareya nû wê bi îradeya Şengalê be!

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî derbarê rojeva avakarina îdareya nû ya Şengalê û hewldanên zindîkirina Peymana…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: 8 çete hatin kuştin, 4 wesayit hatin îmhakirin

QSD'ê ragihand ku li derdora Bendava Tişrînê û eniya Dêr Hafirê di berxwedana li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

5 çete li Şehbayê hatin kuştin

Ji ber êrîşa artêşa Tirk a li gundên Şehbayê şer derket û di vî şerî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ciwan Îbrahîm Rojava ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî serdana sersaxiya şehîd Ciwan Îbrahîm kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?