Duh derengiya şevê 6 caran êrişî Silêmaniyê hat kirin, du caran li Zirgwêzê êrişî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hatiye kirin. Tê gotin divê êrişê de pêşmergeyek yê komeleyê jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha dronekê Fermandariya Hêzên 70’ê ya li Silêmaniyê jî bombekiriye, lê hate zanîn ku ti ziyanek çênebûye.
Piştî êrişan bi demekê, Koma Seraya Ewliya bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên li ser Silêmaniyê ji aliyê hêzên wan ve pêk hatiye.

