Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanî de di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de çalakî tên lidarxistin. Li gundê Avgamasiya yê Şirnexê, bajarokê Deşta Darê yê Hezexê û li navçeyên Silopiya û Cizîrê jin li hev kom bûn û civîn pêk anîn.
Li Deşta Darê aktîvîsta TJA’yê Adalet Fîdan bal kişand ser girîngiya zanedarbûna têkoşîna li dijî tundiyê û da zanîn ku ew ê li dijî tundiyê têbikoşin.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya’’Jin, Jiyan, Azadî’’ hate berzkirin.