Li gundê Çemê Şemo ya Şirnexê di serdegirtina malan de ciwanê bi navê C.S hat binçavkirin. Piştî serdegirta malan C.S ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat binçavkirin, birin Midûrîyeta Polîsan a Şirnexê.
Abdurrahîm Akman (55) ku li bajarokê Deşta Darê ê navçeya Hezex a Şirnexê dijî jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, li navçeya Silopiyayê hate binçavkirin. Akman ku birin Edliyeya Şirnexê, piştî ku biryar jê re hat xwendin hate girtin û birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê.