Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA’yê, komên çete yên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk îro (22 Çile) serê sibehê bi topên obus, tank û gelek çekên giran êrişî bajarê Sirrînê kirin.
Li ser êrişan şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bersivên tund dan û şer qewimî.
Hate ragihandin ku di şer de wesayîteke ku çeka doçka li ser bû, 2 motorsiklet, wesayiteke bi zirx hatin hilweşandin û gelek çek hatin desteserkirin. Her wiha gelek çete hatin kuştin.

