Tiba edlî li Siwêdayê nasnameyên hejmarek cenazeyên ku piştî zêdetirî 100 rojî li derveyî gundê Tailê yê Siwêdayê mabûn, nas kirin. Ew yek piştî êrîşa hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî li dijî herêmê di Tîrmehê de, pêk hat.
Li gorî tiba edlî, nasnameyên 4 cenazeyên nû ku ji gundê Tailê hatin rakirin nas kirin û navên wan wiha ne;
Hindiye Zîb, Hesîbe El Elî, Sekriye El Hemod û Xalid Şahîn.
Tiba edlî diyar kir ku cenazeyê kesê 5ˊemîn nehatiye naskirin, ji ber ku cenaze di qonaxa pêş a helandinê de ye.
Hîna bi dehan xelkê Siwêda û gundewarê wê winda ne û tu agahî li ser wan tune ne û bi dehan cenaze jî li çolê li gundên bakur û rojava ne. Lê ji ber hebûna hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê li wan herêman zehmet e werin rakirin.

