Li Siwêdayê, di êrişa droneyê de ya li ser wesayitekê hate kirin 2 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneya li derdorê.
Hêzên ewlekariyê têkildarî êrişê dest bi lêpirsînê kirin.
Li derveyî Siwêdayê, li ser rêya ber bi Şamê Durzî timî dibin hedefa êrişan.
Ji êriş û şerê Tîrmehê û vir ve ku di encamê de bi hezaran kes hatin kuştin, şêniyên Siwêdayê ditirsin ku ji bajêr derkevin.
Piştî şer hêzên hikumeta veguhêz li herêmê hatin bicihkirin, rêyên ber bi Şamê ve kontrol dikin. Komên Durzî yên daxwaza xweseriyê dikin bajarê Siwêdayê kontrol dikin.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di bûyerên tundiyê ye yên meha Tîrmehê qewimîn zêdeyî 2.000 kesî jiyana xwe ji dest dan, 789 ji wan sivîlên Durzî bûn ku ji aliyê endamên Wezareta Karên Hundir û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve ji bo “çavtirsandinê” hatibûn înfazkirin.

