Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrîşên xwe yên li ser Siwêdayê ku dikeve başûrê welat û piraniya nifûsa wê Durzî ne, zêde kir. Di operasyonên ku îro hatin zêdekirin de, bajarokê El Mecdel hate hedefgirtin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, ji ber hewlên ketinê yên komên çekdar ên hêzên hikumeta demkî li eniya bajarokê El Mecdel pevçûnên dijwar rû didin. Di pevçûnan de dron û çekên giran hatin bikaranîn.
Çavkaniyan diyarkirin ku Hêzên Parêzvanên Niştîmanî bersiva hewlên ketinê û jêderên êrîşan da, di encamê de zirarên mezin gihandin komên çekdar.
Hate diyarkirin ku komên çekdar destpêkê bi çekên giran û navîn, avêtina hawanan û bi dronên biçek êrîşî El Mecdel kir, da ku piştre bikeve bajarok.
Hate ragihandin ku Hêzên Parêzvanên Niştîmanî hêzên teqwiyeyê ji bo xurtkirina nuqteyên parastinê şandin derdora bajarok û heta vê kêliyê pevçûn didomin û hêzên li tevahî eniyan di seferberiyê de ne.
Her wiha hate ragihandin ku hêzên hikumeta veguhêz wekî piştgirîdayîna komên çekdar ên êrîşkar rêya Siwêda-Tailê bi çekên giran ji nuqteyên xwe yên li Til Hedîd ê rojavayê Siwêdayê topbaran kirin.

