Di çarçoveya seferberiyê de, bi armanca parastina xak û taxên xwe, tabûr tên avakirin, nobedarî tê kirin. Li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê ciwanan bi navê şehîd Sozê tabûrek ava kir.
Di avakirina tabûrê de Newrozê Barfî daxuyaniyek bi devkê da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevahî xelkê taxê amade ye li hemberî êrişên li dijî herêmê li kêleka hêzên xwe YPJ û YPG` bisekine.

