Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a kantona Tebqayê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî yên dawî yên girêdayî peymana 10ˊê Adarê, rêbazên pêşxistina diyaloga navxweyî, lêkolînkirina dozên nenavendîbûnê, agirbest û dosya penaber û koçberan civînek li dar xist.
Civîn li Navenda Çandê ya bajarê Tebqayê hat lidarxistin. Di civînê de şênî, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclis û desteyên girêdayî wê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, tevgerên ciwan, jinan û hêzên ewlehiyê û Meclisa Rûspiyan a kantonê amade bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî li ser pêşdeçûnên siyasî, nexasim ên girêdayî peymana 10ˊê Adarê axivî.
Mihemed Elî diyar kir ku li gorî naveroka peymanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) weke sê firqeyên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin; li Reqa, Dêrazorê û Hesekê belav dibin, li kêlek wê jî 2 tûga, yek ji bo jinan û ya din jî ji bo yekîneyên taybet dimînin. Li ser rêgeza nenavendîbûnê lihevkirinek heye, ji ber ku nîqaş li ser berfirehkirina destûr û mafên parêzgehan û îhtîmala lidarxistina civînên rasterast bi parêzgaran re ji bo destnîşankirina pêdiviyên îdarî hatin kirin, dosyaya agirbestê û pabendbûna wê hat nîqaşkirin, lê heta niha hewlên binpêkirinan hene.
Mihemed Elî destnîşan kir ku şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Helebê bi parêzgarên Şam, Hums û Helebê re hevdîtin kirin, li ser dosyayên îdarî û mafên parêzgehan nîqaş hatin kirin.
Der barê aliyê destûrî de Mihemed Elî destnîşan kir ku di hevdîtinan de hat diyarkirin ku pêwîstî bi guhertinên destûrî heye, hikumeta veguhêz jî razîbûnek nîşan da ku gavan di vî aliyê de biavêje, her wiha qebûl kir ku QSDˊê wek 3 firqeyan bimîne û wê piştre bi rêya komîteyan hûrgiliyan beriya dawiya salê nîqaş û temam bikin.
Mihemed Elî da zanîn ku krîza Sûriyeyê ya ji salan ve ne pêkan e di çend mehan de were çareserkirin, divê sebr û diyalogek stratejîk hebe, zimanê çareseriyê siyasî û lihevanîn be, berjweendiya gelê Sûriyeyê bingeh be, şer, wêranî û koçberî were bidawîkirin.
Mihemed Elî anî ziman ku der barê lihevkirineke navneteweyî li ser vebijêrka nenavendîbûnê heye nemaze di navbera Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Fransa de û nermbûnek li gel van aliyan ji bo vê mijarê heye. Hin serkeftin bêyî şeran çêbûn weke mijara taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.
Têkildarî qonaxa bê Mihemed Elî got wê qonaxa bê bibe şahidê ragihandina lihevkirinên leşkerî û wê piştre gavên girêdayî dosyayên din jî mîna perwerdehî werin avêtin, xebat li ser metaryaleke nû li ser asta Sûriyeyê, jinûve aktîvkirina saziyên xizmetguzarî yên girêdayî pasportan û belgeyên takakesî werin kirin.
Piştre nîqaş li ser helwesta hikumeta veguhêz ji hebûna dewleta Tirkiyeyê û vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê, rewşa partî û hêzên siyasî û rola wan di hilbijartinên bê yan jî avakirina hikumeta pêşerojê de hatin kirin. Li kêlek wê jî dosyaya vegera koçberên Efrînê hat nîqaşkirin ku heta niha tu gavên berbiçav ên vegera ewle nehatine avêtin.
Mihemed Elî destnîşan kir ku dosyaya koçeran yek ji bendên bingehîn ên peymana 10ˊê Adarê ye û bi garantiyên navneteweyî ve girêdayî ye, lê hikumeta veguhêz aşkera kir ku zehmetiyên girêdayî serweriya giştî li ser herêman heye, di nav de jî nikare Efrînê kontrol bike.
Di dawiyê de Hesen Mihemed Elî diyar kir ku wê pêşketinên di diyaloga navxweyî de zexta navnetweeyî ya li ser dewleta Tirk ji bo vekişîna ji xaka Sûriyeyê zêde bike.

