Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku “terorîstan” êrişî bendeke hêzan a li bajarê Til Hemîsê-gundê Becariyê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe ya vê sibehê de aşkera kir ku êrişkaran guleyên RBGˊê ji derdora gund ve avêtine benda kontrolê û li nêzî bendê ketine. Lê tu endamên hêzan birîndar nebûn.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew erkên xwe yên parastina şêniyan, parastina ewlehî û aramiya herêmê didomînin û da zanîn ku ew ê bi ser her kesên hewl bidin ewlehî û aştiya civakê têk bibin de bigirin û ji bo girtina êrişkaran wan li gund dest bi lêgerînê kiriye.