Rêber Apo, bi boneya salvegera 27’ê Sibatê peyamek nû da û diyar kir ku divê ji qonaxa neyînî derbasî avakirina pozîtîf bibin û got: “Ji bo entegrasyona demokratîk, pêdivî bi qanûnên aştiyê heye.”
Şêniyên bajarê Tirbespiyê bi meşekê hevgirtina xwe ji banga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Apo di 27`ê Sibata 2025` an de dabû destpêkirin nû kir.
Şênî li pêşiya şaredariya gel kom bûn û paşê meşek ji bo hevgirtina xwe nîşan da.
Şêniyan di meşê de wêneyên Rêber Apo û bi erebeyan li nava bajêr geriyan.

