Şaredariya Westan û Komeleya Jiyana Ekolojîk (Van EKO-DER) li ber Çiyayê Artos “Daristana Rojîn Kabaîş” ava kir.
Daristan ji 15 hezar palamut û 400 fîdanan pêk tê, derdora daristanê bi têlê hate dorpêçkirin.
Pankartên “Ji bo Rojîn edalet” û “Li beravê Gola Wanê ji bo bîranîna Rojîn” hatin daliqandin.
Rêxistina Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberiya Komeleya Jiyana Ekolojîk (Van EKO-DER) û endamên wê, hevşaredarên navçeyên Wanê û gelek nûnerên rêxistina civakî ya sivîl tevlî merasîma dar çandinê bûn.

