Li ser rêya Wan-Erdîşê ji ber mij û qeşayê du caran qeza qewimîn.
Qezeya ewil 20 km’an li ser rêya ber bi Erdîşê ve çêbû. Di qezeyê de xisareke mezin gihişt gelek wesayîtan. Komên agirkujiyê û 112’ê çûn cihê bûyerê û welatiyên asê mabûn derxistin. Di qezayê de gelek kes birîndar bûn.
Qezaya duyemîn jî li derdora xaçerêya gundê Gollî yê li ser rêya Wan-Erdîşê çêbû. Rêya behsa xeberê cemedê girtibû û wesayîtên jê tehisîn, qeza kirin. Di qezeyê de TIR’ek, otobûseke şaredariyê û gelek wesayît li hev ketin. Di qezeyê de zêdetirî 20 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.
Di encama herdu qezayan de ku 30 wesayît li hev ketin, bi giştî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 45 kes jî birîndar bûn.