Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê daxuyand ku di êrîşên Îsraîlê yên di 24 saetên dawî de 76 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 158 kes jî birîndar bûn.
Ji Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) Amande Bazerolle anî ziman ku hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne zêde bûye.
Her wiha Îsraîl piştî berpirsê payebilind ê têkiliyên medyayê yê Hizbullahê Mihemed Afîf di êrîşeke hewayî de li navenda Beyrûtê kuşt, êrîşên xwe yên li ser Lubnanê didomîne û 8 karmendên din ên tenduristiyê qetil kir.
Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Xezeyê didome heta niha herî kêm 43 hezar û 922 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 103 hezar û 898 kes jî birîndar bûn. Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di destpêka Mijdarê de diyar kiribû ku di şeş mehên dawî de kesên li Filistînê hatine qetilkirin ji sedî 70 jê jin û zarok in.
Li Lubnanê ji destpêka şerê li dijî Xezeyê heta niha di êrîşên Îsarîlê de herî kêm 3 hezar û 481 kes mirin û 14 hezar û 786 kes jî birîndar bûn.