Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) di çarçoveya pêngava “Silavkirina 46’emîn Salvegera Damezrandina PKK’ê û Berfirehkirina Şerê Azadiyê” de, li Êlih û Sêrtê li dijî hêzên dewleta Tirk ên ku derketin operasyonê çalakiyek bi bombe û çekan li dar xist. Di çalakiyan de 3 dagirker birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 16’ê Mijdarê danê sibê saet di 04.00’an de li Taxa Petrolkent a Êlihê ji aliyê milîsan ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî konvoya TEM’ê û polîsên tevgera taybet ên di operasyona qirkirina siyasî de bûn çalakî hat lidarxistin û hat destnîşankirin ku derbên giran li wesayîta polîsan xistin û 3 polîs bi giranî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de agahiya ku bi 4 ambûlansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê hat parvekirin. Hat gotin ku 15’ê Mijdarê saet di 00.00’an de li Taxa Alan a Sêrtê bi çekên ferdî li dijî wesayîta zirxî ya polîsan çalakiyek hatiye lidarxistin. Hat ragihandin ku li cihê ku çalakî lê hat kirin pevçûn derketiye.
’46’EMÎN SALA PKK’Ê WÊ BIBE SALA SERKETIN Û AZADIYÊ’
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser têkoşîna 46 salan a PKK’ê û wiha hat gotin: “Yên ku di têkoşîna 46 salan de digotin em ê PKK’ê biqedînin, bi vîna bêyî navber a PKK’ê li Enqereyê hejiyan. Divê hemû gelê me yê welatparêz di sala 46’an a PKK’ê de ji bo Rêber Apo têkoşînê mezin bikin û bi ruhê seferberiyê beşdarî pêngava azadiyê bibe. Divê dewleta Tirk a dagirker bizane ku em ê bi berxwedaneke topyekûn bersivê bidin konsepta êrîşa li ser gelê xwe û li dijî hewldanên dagirkeriyê têbikoşin. Em bang li milîsên ku bi ruhê têkoşînê yê ku Rêber Apo afirandiye li ber xwe bidin dikin ku dagirkeran ji axa Kurdistanê derbixin. Em ê bi hev re sala 46’an bikin sala serketin û azadiyê.”