Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku wan çalakiyên silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê lidar xistine.
MAK’ê ragihand ku wan li Amedê “li dijî polîsên faşîst-dagirker û bazirganên madeyên hişbir, çalakî kirine” û ev hûrgûlî dan:
“Şeva 18’ê Tebaxê di saet 23.00’an de polîsên dagirker li nuqteyeke nêzî qereqola Şehîdlikê ya li sema Şehîdlîk a Amedê, kontrola nasnameyan dikirin. Milîsên me ji du aliyan ve êrîşî polîsên dagirker kirin. Di çalakiyê de bi çekên ferdî û teqemeniyan ji mesafeyeke nêz li dagirkeran hate xistin. Demekê di navbera milîsên me û dagirkeran de pevçûn qewimî, di encama çalakiyê de herî kêm dagirkerek birîndar bû û gelek polîsên taybet û ambuland sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Milîsên me piştî çalakiyê bi rengekî biewle vekişiyan. Ev çalakî ji bo tolhildana heval Şahan Amed (Nurullah Tunç) ê ku 8’ê Nîsana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, hate lidarxistin.
18’ê Tebaxê li mevkiya Eski Hal a girêdayî navçeya Sur a Amedê, Milîsên me li dijî bazirganên madeyên hişbir, çalakiya çekdarî lidar xistin. Bi çekên ferdî bazirganên madeyên hişbir hatin hedefgirtin û hatin hişyarkirin. Guleyek li lingê yek ji bazirganan hate xistin û hat hişyarkirin ku tevlî polîtîkayên şerê taybet nebe. Milîsên me diyar kirin ku em ê destûr nedin ku ciwanên me bikevin nava vê xefikê û piştre ji qadê vekişiyan.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin: “Em bi çalakiyên xwe pêngava gerîla 15’ê Tebaxê silav dikin, Gerîlayê HPG’ê Şahan Amed ê ku 8’ê Nîsana 2024’an li Metînayê li dijî dagirkeran bi berxwedaneke lehengane bû nemir bi bîr tînin û em diyar dikin ku heta em têkoşîna wî bi serketinê tacîdar dikin em ê Kurdistanê biparêzin.”