Meclisên malbatên şehîdan ên Til Temir û Girkê Legê bi daxuyaniyên cuda xirabkirina pakrewangeha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji hêla çeteyên hikumeta demkî ve, şermezar kir.
Daxuyaniya li bajarê Til Temirê li baxçeyê Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê endama meclisê Xanim Hemp Hesen ve hate xwendin. Daxuyaniya Girkê Legê jî ji aliyê endamê meclisê Beşîr Sofî Elî û hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Girkê Legê Şehnaz Ebdo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyan de xirakirina bi zanebûn a pakrewangeha li taxa Şêxmeqsûdê û her wiha bêrêziya li hember cenazeyên şehîdan, hatin şermezarkirin. Daxuyaniyan ev kiryar wek sûcekî şer û binpêkirineke aşkera ya zagon û peymanên navneteweyî bi nav kir.
Di daxuyniyan de hate gotin ku bêrêziya li hember pakrewangehan û cenazeyên şehîdan, kiryareke êrişkar a aşkera û nemirovane ye ku zîhniyeteke dijminane nîşan dide.
Meclisên malbatên şehîdan bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan ên navneteweyî û her wiha welatên ku bandor li ser rewşa Sûriyeyê dikin kir û ji wan xwest bêdengiya xwe bişikînin û tavilê û bi biryar mudaxele bikin da ku van binpêkirinan rawestînin, pîroziya mezarên şehîdan biparêzin û ji berpirsyaran hesab bipirsin.
Di dawiya daxuyaniyan de hat gotin ku bêdengiya civata navneteweyî ya li hember van sûcan tê wateya hevkariyê.

