Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li bajarê Qamişlo meşek hat lidarxistin. Di meşê de mamoste, xwendekar û şêniyan daxwaz kir ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî.
Mamoste Azad Hisên ku bi cil û bergên kurdî beşdarî meşê bûbû, wiha got: “Bi boneya 21’ê Sibatê, li gelek bajaran meş hatin lidarxistin. Em vê rojê li malbatên şehîdan, Rêber Apo, xwendekar û mamosteyên xwe pîroz dikin. Em dixwazin zimanê Kurdî di destûrê de bê perjirandin. Nabe ku tenê du demjimêr ji zimanê Kurdî re bê veqetandin. Banga me ji tevahî hêzên navneteweyî re ew e ku zimanê me li tevahî cîhanê û Sûriyeyê bi fermî bê pejirandin.”
Mamoste Warvîn Xelef jî diyar kir ku ew dixwazin zimanê Kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê.
Mamoste Necla Mihemed anî ziman ku 21’ê Sibatê roja berxwedanê ye û wiha axivî: “Em dixwazin zarokên me fêrî zimanê dayîkê bibin. Zarokên me çend sale bi zimanê xwe dixwînin, gihane astên bilind. Em dixwazin nav û zimanê me bikeve destûrê. Em Kurd destê xwe bixin destê hev û zimanê xwe biparêz in.”
Xwendekarê bi navê Bekir Ebdo jî bang li dijminên gelê Kurd kir û wiha got: “Em ji dijmin re dibêjin; ew nikarin zimanê me bişikînin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî zimanê xwe biparêz in. Me neceribînin, em kurmancin, serê me hişk e. Tu nikarî tu carî zimanê me bişkînî. Em xwedî zimanê xwe ne. Eger ew zimanê me qedexe bikin, em ê bi xwe bixwînin.”

