Serokê DYE’yê Donald Trump li ser platforma Truth Social daxuyaniyek da û diyar kir ku Mark Savaya weke Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yê li Iraqê tayîn kiriye.
Trumpgot; “Zanîna Mark Savaya ya li ser peywendiyên Iraq û Emerîkayê, peywendiyên wî yên li herêmê dê alîkariya pêşxistina berjewendiyên gelê Amerîkayê bike.”
Li gorî medya Emerîkayê Mark Savaya wekî karsazekî ku li sektorên cuda kar dike tê naskirin. Savaya bi taybetî li ser milkfiroşiyê dixebite.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		