Meclisa bajarokê Çelebiyê têkildarî tayînkirina şaredar ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve, li gundê Xanîk ê bajarê Kobanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endamên meclisê, xelkê gund û nûnerên Rêveberiya Xweser a Kobanê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclisa bajarok Leyla Elî û hevşaredarê Kobanê Fewaz Ehmed ve hat xwendin.
Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew qebûl nakin rêveberiyên saziyên xizmetguzariyê bêyî meclisê werin tayînkirin. Her wiha anî ziman ku ev biryarên tayînkirina rêveberiyên saziyan ji aliyê meclisê ve têne dayîn û tu aliyên derve nikarin destwerdanê bikin yan jî biryarên xwe li ser meclisê ferz bikin.
Meclisa di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku li gorî lihevkirina di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de divê entegrasyona saziyan çêbe û herêmên Kurdan li gorî taybetmendiyên wan xwe bi rêxistin bikin. Tayînkirina şaredar dûrî bendên lihevkirina 29`ê Çile ye. Her wiha dan zanîn ku li gorî lihevkirina 29`ê Çile dibe ku hêzên leşkerî yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bajarokê Çelebiyê nemînin û bi temamî xwe jê bikişînin. Ji ber mayîna leşkeran li bajarokê Çelebiyê li pêşiya vekirina dibistanan û xebatên saziyên xizmeguzariyê dibe asteng û divê li bajarok nemînin.
Meclisê di daxuyaniyê de da zanîn ku divê hikumet li gorî bendên lihevkirinê tev bigere da ku entegrebûna saziyan mîsoger bibe. Hikumet li şûna ku xelkê herêmê paşguh bike û biryaran li ser wan ferz bike, divê xelkê herêmê di rêveberiya saziyên xwe de cih bigire û bi rê ve bibe.
Meclisê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Xelkê bajarokê Çelebiyê qebûl nake ku tu biryar li ser wan werin ferzkirin û dê di çarçoveya lihevkirina 29`ê Çileyê de mafên xwe yên rêvebirina kar û barên xwe biparêzin.”

